KCDK-E û TJK-E: Li dijî darbeyê em hevgirtinê mezin bikin

KCDK-E û TJK-E li dijî desteserkirina li Wanê daxuyanî dan û gotin, "Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku dengê xwe bilind bikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E û TJK-E’yê de wiha hat gotin: “Gelê me yê ku li her çar parçeyên Kurdistanê bi serketî li ser sindoqan bi ser ket, têkçûneke giran li tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xist û anî ber sînorê hilweşînê. Dîktator Erdogan ku hilweşîna ku tê jiyîn qebûl nake, bi êrîşa li ser vîna gelê Kurd bersivê dide. Di axaftina xwe ya li şaneşînê de bi eşkereyî gef li gelê Kurd xwar, dijminatiya xwe nîşan da. Dîktator Erdogan bi desteserkirina îradeya gel bi betalkirina mafên rewa yên Abdullah Zeydan ê ku li Wanê bi rêjeya ji sedî 55'ê dengan bû Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin, derbe li dijî gelê Kurd pêk anî.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin destnîşankirin:

“Hewldana jinan a di 8’ê Adarê de dest pê kir, serhildana jin, ciwan û civakê ya ku di Newrozê de gihîşt lûtkeyê û îradeya bi milyonan a li dora Rêber Apo bûne yek, rûyê qirker ê rejîma Erdogan derxistiye holê.

Deng û îradeya gelê Kurdistanê radestî Arvas a AKP’ê hat kirin. Bi darbeyeke siyasî vîna gel hatiye desteserkirin. Li hemberî van pêkanînên dijhiqûqî, neheqî û desteserkirinê yên li dijî vîna gelê Wanê hemû gelê me daket qadan û bertekên xwe nîşan da.

Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dijîn û li  bajarên Kurdistanê bi ser ketine, li her derê ku lê bin dakevin qadan, vîna gel biparêzin, rûyê dewleta Tirk a qirker, dagirker û faşîst eşkere bikin.

Gelê Kurd wê nehêle îradeya gelê Wan ê ku di sindoqan de derketiye bê desteserkirin. Hikûmetek ku bi zorê were girtin û bixwaze bi rejîmek pêbawer were rêvebirin, ne rewa ye.

Weke KCDK-E û TJK-E em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî zextên rejîma faşîst a dagirker a AKP-MHP’ê hestiyar bin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê pêkanînên dijdemokratîk, zilma faşîst û desteserkirinê dengê xwe bilind bikin.”