ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstem, têkoşîn, fikir û hestên xwe mîna sifreyekê pêşkêşî jin û mirovahiyê dike û got, "Eger em sifreya Rojê mezin bikin, em ê karibin azadiya fîzîkî jî misoger bikin."

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê Rozerîn Ocalan bal kişand ser çalakiya boykotê ya girtiyan û destnîşan kir ku cara yekê ye di vê astê de pêvajoyeke radîkal tê afirandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li tevgerên sosyalîst û demokratîk kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin û tevlî Pêngava Azadiyê bibin.

Ji Zanîngeha Hiqûqê ya Sydney a Awûstralyayê doçent doktor Vicki Sentas got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd rêya yekane ye.

Selva Ehmed Şêxo ya 64 salî li Kampa Berxwedan li benda wê rojê ye ku bigihêje darên xwe yên zeytûnê. Tevî ku mala wê du caran hate talankirin jî bi berxwedanê bersivê dide dijminê gelan.