Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Vîna gel nayê xespkirin!
Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Vîna gel bi tu awayî nayê xespkirin.”
Raportorê Tirkiye yê PE’yê Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Vîna gel bi tu awayî nayê xespkirin.”
Raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da. Raportorê PE’yê li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand û diyar kir ku vîna gel bi tu awayî nayê xespkirin û banga rêzê ji îradeya gel re bigrin kir.
Peyama Raportorê PE’ê Nacho Sanchez Amor wiha ye: “Namzetê DEM Partiyê yê Wanê Abdullah Zeydan ji sedî 55 deng girt. Lê belê rexmê kontrolkirina bernamzetan ji aliyê YSK’ê ve di deqeya dawî de hemleyek ji darazê hat û mazbata ji namzetê AKP’ê yê ji sedî 27 deng girtî re hat dayîn. Vîna ji aliyê gel ve hatiye nîşan dan bi tu awayî nayê xespkirin.”