BI DÎMEN

Li Amedê daxuyanî: Li hemberî derbeyê bêdeng neminin

Rêxistina DEM Partî ya Amedê li dijî xespkirina Şaredariya Wanê daxuyanî da û got: “Em kesên ku dixwazin îradeya gelê me xesb bike hişiyar dikin. Divê her kes li cihê lê ye li dijî vê bêhiqûqiyê derkeve û bertekên xwe yên demokratik nîşan bide."

Rêxistina DEM Partî ya Amedê li dijî xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de girseyê bêyî navber dirûşmeya “Abdullah Zeydan rumeta me ye” berz kirin.

Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku wê şandina qeyûman nîşanê her kesî bidin û got tişta li dijî faşîzmê bê kirin wê bikin. Şahîn anî ziman ku îradeya gelê Wanê di sindoqan de bi awayekî herî xurt xwe daye der û got: “Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye. Bila her kes li dijî vê rêzdar be. Demildest ji vê biryara şaş vegerin.”

Parlamenterê Amedê Serhat Eren jî axivî û da xuyakirin ku divê li dijî vê her kes berteka xwe nîşan bide, tu kes bê deng nemîne û got wê destur nedin vê xespkirinê.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî axivî û û da xuyakirin ku gelê Kurdistanê li gel Wanê ye û wê şaredariyên xwe teslîmê wan nekin.

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Amed bi we serbilinde” hat berzkirin.

Polîsan mudaxaleyê girseyê kirin û encama mudaxaleya polîsan de milê welatiyekî hat şikestin û 4 welatî hatin binçavkirin.