KNK: Gelê Wanê bi tenê nehêlin û xwedî vîna xwe derkevin

Konseya Rêveber a KNK’ê bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Gelê Wanê bi tenê nehêlin û xwedî li vîna xwe dekevin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bertek nîşanî xespkirina Şaredariya Bajarê Wanê da.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:

“31’ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hilbijartinên xwecihî pêk hatin. Hilbijartin bi giştî di rewşeke awerte de pêk hatin, rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê gelek hîle, dek û dolab zivirandin. Kesek nikare bêje li Tirkiyeyê û li Kurdistanê hilbijartinek demokratîk pêk hat. Teybetî li Kurdistanê hemû hêzên dewletê dijî DEM Partiyê ketin nava tevgerê û weke mîlîtanên AKP-MHP’ê xebitîn. Ji bajarên Tirkiyeyê leşker – polîs û gelek hilbijêrên sexte anîn Kurdistanê û bi destên wan deng hatin bikaranîn. Li gel ewqas hîle, bêhihûqî û zordariyê jî, gelê Kurd çû ser sindoqan û helwesta xwe da diyarkirin. Gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û piraniya bajarên Kurdistanê namzetên welatparêz bi ser ketin.

Jixwe sîstem ne demokratîk bû. Jixwe bi dengdêrên sexte û hîleyan hinek bajar hatin xespkirin. Niha jî dest bi hîleyên din kirine û li hinek bajaran hilbijartinan îptal dikin û li hinekan jî dest datînin li ser şaredariyan. Mînak li navçeya Curnê Reş a Rihayê DEM Partî bi ser ketibû, li ser daxwaza AKP’ê betal kirin. Li gelek deverên din jî AKP serlêdanên betalkirinê dike.

Biryara sosret a li bajarê Wanê ye. Namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan, li hemû merheleyên fermî re derbasbûye û bûye namzet. Heta roja dawî jî tu astengî tine bûn. Lê roja dawî Wezareta Edaletê (gorî me wezareta bêedalete) talîmat dide dozger û ji dadgehê birayrekî derdixe û dibêje mafê Abdullah Zeydan yê ku bibe namzet nîne. Di encama hilbijartinan de Abdullah Zeydan li Wanê %55.48 deng girtine. Namzetê AKPê %27 deng girtine. Saziya Hilbijartinê ya bajarê Wanê li ser daxwaza wezeratê, mazbatayê dide namzetê AKP’ê û wî weke şaredarê Wanê tayîn dike.

Ev birayarek gelek sosrete û belgeyek bêhiqûqî ye û bi navê hiqûqê belgeyek reş e. Di vê biryarê de ne hiqûq ne wijdan ne adalet ne jî exlaq heye. Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev xespkirina vîna gelê Wanê ye û di heman demê de xespkirina vîna gelê Kurdistanê ye. Ev biryar li ser dijmanatiya gelê Kurd hatiye girtin û ev biryar biryareke nijadperestî ye. Gelê Wanê niha li kolana ye û vê biryarê protesto dike.

Bi vê boneyê em bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurd û hemû hêzên demokrat dikin ku gelê Wanê tenê nehêlên, xwedî li vîna xwe derkevin û li dijî van biryaran rawestin.

Her wiha em bang ji raya giştî ya cîhanê jî dikin ku vê bêadaletî û bêhiqûqiya dewleta Tirk bibînin, li hember vê biryara nijadperestî derkevin.

Weke KNK’ê em ê li her cih û li her  qadê heta dawiyê li hember vê bêdadiyê derkevin û mafên gelê xwe biparêzin."