Rojnamevan Esra Solîn Dal 19 roj in di hucreyê de ye

Esra Solîn Dal ku li Stenbolê tevî gelek hempîşeyên xwe hate girtin 19 roj in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û bersiv ji daxwazên wê re nayê dayin.

Di 23’yê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin û 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Ji rojnamegeran nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayûmat di 26’ê nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Rojnameger Dal ji roja hatiye girtin heta niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di hucreya yekkesî ya 6 metrekareyan de tê ragirtin. Hat zanîn ku Dal ji bo derbasî qawîşê bibe daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandine lê heta niha jî tu daxwaznameyên wê nehatine bersivandin.