Parêzerên Abdullah Ocalan careke din serî li CPT dan

Buroya Hiquqê ya Sedsalê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ku 38 meh in agahî ji wan nayê wergirtin careke din serî li CPT'ê dan.

SERLÊDANA LI CPT'Ê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 38 meh in tu agahî jê nayên girtin, li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) serlêdaneke nû kir. Di serlêdanê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş cih dan geşedanên di navbera 1’ê sibatê û 30’ê nîsana 2024’an de.

Di serlêdanê de hat gotin ku di navbera 1’ê sibatê û 30’ê nîsanê de 25 jê yên parêzeran û 12 jî yên malbatan bi giştî 37 serlêdanên hevdîtinê hatine kirin lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin. Bi domdarî hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihiştine ber destê parêzeran, aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin nayê zanîn û di mijara mafê hevdîtina li ser telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.

Di berdewamê de hat gotin ku serlêdanên malbat û parêzeran ji 14’ê îlona 2018’an heta niha herî kêm 22 caran bi hinceta “cezayên disiplînê” hatine astengkirin. Hêj dema “cezayê disiplînê” yê 12’ê çileya 2024’an bi dawî nebûyî derket holê ku di 28’ê adarê de “cezayeke disiplînê” yê nû yê 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran destnîşan kirin ku pêvajoya behsa xeberê ji parêzeran veşarî hatiye meşandin û di 12’ê nîsanê de bi awayekî derqanûnî teqez bûye. Di serlêdanê de hat gotin ku mavê parastinê yê serlêdêr hatiye astengkirin.

Hat destnîşankirin ku Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin di 28’ê nîsanê de bi dawî bû û cezayê xwe yê 30 salan temam kir lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wî ji bo salekê taloq kir. Parêzeran diyar kirin ku biryara behsa xeberê bi wan re nehatiye parvekirin.

Di beşa têkildarî astengkirina tehliyeya Aktaş de mafê “berdana bi şertê kontrola edlî” hate bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ev maf kesên “weke cezayê disiplînê sê caran cezayê hucreyê lê hatiye birîn” digire nav xwe. Di beşa behsa xeberê de wiha hate gotin: “Li derveyî vê, li gorî qanûnan pêkan nîne ku hukmekî girankirî yan jî hukmekî li dijî Aktaş li ser Aktaş bê sepandin. Ji ber ku birêz Aktaş heta niha tu cezayên hucreyê wernegirtine, diviyabû di 28’ê nîsana 2024’an de bihata berdan. Lê li şûna qanûna li leha wî, qanûna li dijî wî xistin meriyetê. Biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya têkildarî birêz Aktaş derhiqûqî ye. Ji ber ku rayeya diyarkirina berdana bişert a ji bo Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ku di demên berê de tune bû, di 14’ê nîsana 2020’an de bi qanûna hejmar 7242’an anîn û rayeyeke nû û giran e. Lijneya têkildarî berdana bişert jî di 29’ê kanûna 2020’an de bi Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikûmxwaran re pêk hat. Lewma jî divê nirxandina başhaliyê û biryara berdana bişert, li gorî Qanûna Înfazkirina Ceza ya ku dema sûc hatiye kirin di meriyetê de bê kirin. Dema rewşekî wiha li holê, di sala 2020’an de guherîn hate kirin û bi awayekî derhiqûqî rayeyên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatin berfirehkirin û di vê çarçoveyê de jî înfaza birêz Aktaş ji bo salekê hatiye taloqkirin. Ev biryar û rewşa derhiqûqtî ye.”

Di serlêdanê de hat gotin di dema erdhejên 6’ê sibata 2023’yan a navenda wê Mereşê û di dema erdhejên di sala dawî de pêk hatin parêzer û malbatan bênavbera serlêdanên hevdîtinê kirine. Parêzeran gotin ku serlêdanên behsa xeberê jî bêbersiv hatine hiştin û vê yekê jî di nava malbat û parêzeran de têkildarî Îmraliyê rê li ber fikaran vekir.

Bi domdarî hat gotin ku grevên birçîbûnê yên dorveger ên di 27’ê mijdara 2023’yan de li girtîgehan hatine destpêkirin, ji 4’ê nîsana 2024’an ve bi qonaxa “boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, hevdîtinên rû bi rû û derketina dadgehê” didome. Hat destnîşankirin ku dibe ev rewş rê li ber encamên jêneveger û neyînî veke. Parêzeran got ku ji bo encamên wiha yên giran dernekevin holê, pir girîng e ku demek beriya demekî hemû berpiryartiyên heyî bên cîbicîkirin.

Parêzeran, daxuyand ku 14 rêxistinên heq û hiqûqê yên li Tirkiyeyê ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê serî li CPT’yê dane. Hat bi bîr xistin ku di 28’ê adarê de bi heman daxwazan serlêdan hatiye kirin.

Di serlêdanê de parêzeran cih dan peywirên tespîtkirin û pêşîlêgirtinê yên CPT’yê û hat bibîrxistin ku şandeya CPT’yê ya di meha sibatê de hatibû Tirkiyeyê neçûye Îmraliyê. Di serlêdanê de wiha hate gotin: “Li gorî daxuyaniya we; ‘têkiliyên bi dinyaya derve re’ ya serlêdêran tenê ‘hevdîtinên bi rayedaran re’  hatiye destgirtin. Ji berê heta niha şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bi tu awayî başbûnek nehatiye kirin, hikûmetê bi tu şîretên we nekiriye, têkiliya serlêdêran a bi cîhana derve bi temamî hatiye qutkirin lê mijara behsa xeberê tenê dema bi rayedaran re hatine gel hev anniye rojevê. Sedema damezirandina saziya we weke ‘pêşîlegirtina îşkence û miameleya dermirovî û rûmetşikandinê’ hatiye diyarkirin lê ev nêzikatiya we û peywira xwe hev nagirin. Komîteya we, bi berterefkirina xetereyên di ‘kêliyê’ de û di ‘pêşerojê’ de re berpirsyar e.”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku divê CPT li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dev ji helwesta xwe ya prosedurên asayî berde û ji bo bidawîkirina miameleya xerab û rewşa "incommunicado" prosedurên pêwîst bi cih bîne.

DAXWAZ

Parêzeran bi domdarî ev daxwaz rêz kirin: 

“* Ji bo birêz Veysî Aktaş tavilê were berdan divê bikevin nava hewldanan. Divê ‘pêvajoyên qanûnî’ yekser bi vekirî bên domandin û em bikarin xwe bigihîninê. 

* Bila tespît û çavdêriyên giştî yên di serdana dawî ya li Îmraliyê ya di 22’yê îlona 2022’yan de tavilê bi raya giştî re bên parvekirin. 

* Şert û mercênli Îmraliyê ji serdana dawî ya 22’yê îlona 2022’yan heta niha di nava nediyariyekê de ne û her ku diçe girantir dibin. Divê demek beriya demekî Girtîgeha Îmraliyê bê ziyaretkirin. 

* Bila şert û mercên ragirtinê yên serlêdêran li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin. Di serî de ziyaretên parêzer û malbatan, divê tevahiya mafên wan ên peywendîdanîna bi der ve re bên cîbicîkirin. Divê qedexeyên sîstematîk ên derqanûnî bên bidawîkirin û ji bo vê hemû hewldan bên kirin. 

* Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, miameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.”