Ji kesên li Wanê hatin binçavkirin 8 kes hatin girtin

Li Wanê ji 55 kesên di 13'ê Gulanê de hatin binçavkirin 15 kes derketin pêşberî dadgehê û 8 kes hatin girtin.

GIRTINA LI WANÊ

Di encama serdegirtinên malan ên di 13’ê gulanê li Wanê hatin kirin de 55 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên 15 binçavkiriyan duh di saetên şevê de xelas bûn û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 15 kesan 8 jê bi îdiayên “Muqawemeta li dijî polîsan”,  “endamtiya rêxistinê” û “zirardayîna malê cemaweriyê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê ji bo her 8 kesan bi heman îdiayan biryara girtinê da. 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tê payîn ku îro komeke din a îfadeyên wan ên li emniyetê xelas bûyîn sewqî dozgeriyê bên kirin.