DEM Partî li ber 'darbeya siyasî' ya li Wanê rabû: Me îtiraz kir

DEM Partiyê diyar kir ku nedana mazbataya Abdullah Zeydan 'dewama darbeya siyasî' ye û ragihand ku wan li hemberî biryarê îtiraz kirine.

Namzetê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan tevî ku di hilbijartinê de bi ser ket jî mazbataya wî jê re nehate dayin. DEM Partiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Wanê bi piraniya dengan, mazbataya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku partiya me bi dengekî bilind qezenç kir, radestî namzetê AKP'ê kir. Em vê biryarê red dikin. Ev biryar dewama pêvajoya darbeya siyasî ye. Endamên Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê yên eyarkirî bi piraniya dengan biryar dan ku ev biryar nehiqûqî ye, ne rewa ye, nasnekirina îradeya gel e. Parêzerên me îtiraz kirin. Em bang li Desteya Hilbijartinê ya Bilind dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bîne û îradeya gelê me nas bike. Partiya me, endamên me, gelê me li ser piyan e û heta dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn em ê nerazîbûna xwe ya rewa û demokratîk nîşan bidin. #VandaDarbeVar"