Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterbeg bi pirsanameyekê zexta Îranê ya li ser gelê Bahaî anî rojevê. Osterberg got Îranê qedexe kiriye ku Bahaî bibin xwedî mal û milk, Bahaî yên ku bi cotkariyê debara xwe dikin, rejîma Îranê dest li ser mal û milkê wan daniye û zexta li ser Bahaîyên li bakurê Îranê û gundê Ivelê bi bîr xist.
Osterberg got, ''Ber bi dawiya 2020'an du dadgehan 27 Bahaîyên ku li gundê Ivelê dijîn, bi hinceta ku derî yasayan bûne xwedî mal û milk ew ceza kirin'' û diyar kir dadgeghê bi sedema ku 'xwedî îdeolojiyeke averê ne'' Hasan Babaî û Mihemed Sadegh Savadkouh ên Babaî wê nikaribin bibin xwedî mal û milk, dadgehê biryar li ser daye ku dest li ser mal û milkê hemû Bahaiyên li Ivelê bide.
Osterberg her wiha got 22'yê Mijdara 2020'an bi qasî 100 sîxûrên rejîma Îranê bi ser kargeh û malên Bahaiyan de girtin û ji wan xwestine ku mal û milkê xwe dewrî dewletê bikin.
Osterberg ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde xwest ji bo ku zexta li ser Bahaîyan bidawî bibe û mal û milkên wan ên ku hatin desteserkirin li wan were vegerandin kêferatê bike.