Xemgîn: Banga 'yekîtiya neteweyî' ya hunermendan cihê xwe girt

Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn got, banga hunermendan a salên dawî yên salê ji bo 'yekîtiya neteweyî' kiribûn, di nava gel de bersiva xwe dît.

Dawiya vê hefteyê li paytexta Swêd Stockholmê ji bo xatirê pêkanîna yekîtiya neteweyî, hunermendên Kurd konsereke li dar xistin. Yek ji beşdarên konserê jî Xelîl Xemgîn bû. Xemgîn li ser însiyatîfa hunermendan û karê wan ji ANF'ê re axivî.

Xemgîn bi bîr xist, piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava kir, hunermendên Kurdistanî li hev kom bûn û biryar dan ku ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bikevin nava hewldanan.

Xemgîn anî ziman ku vê hewldanê di nava gel de bersiva xwe dît û diyar kir, gava destpêkê jî meşa yekîtiya neteweyî bû ku bi beşdariya hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê dest pê kir û heta bajarê Cenevreyê dewam kir. Xemgîn bi bîr xist ku piştre jî li bajarê Koln ê Elmanyayê konserek hate lidarxistin.

'TEVLÎBÛNEKE XURT HEBÛ'

Xemgîn ragihand ku konsera wan a li Kolnê bêhempa bû û got, "Tevlîbûneke mezin hebû. Nûnerên partiyên Kurdistanî yên ji çar parçeyan jî tevlî konserê bûn. Peyamên xwe ragihandin. Vê yekê bandoreke gelekî erênî li civakê kir."

Xemgîn destnîşan kir ku gel vê hewldana hunermendan erênî dibîne, li bendê ye ku yekîtiya neteweyî pêk were û got, "Civak, planên dijminên Kurdan û qirkirina ku di şexsê şoreşa Rojava de tê ferzkirin dibîne. Em; hunermend wijdanê civakê ne, lewma me ev yek hîs dikir."

Xemgîn kampanya boykotkirina malên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û got, "Hewldana hunermendan û çalakiya boykotê ya gelê me yê li Başûr hev temam kirin. Li ser daxwazê du hevalên me hefteya derbasbûyî çûn wê derê. Me li Hewlêr û Silêmaniyeyê du platformên ku bi sedan hunermend di nav de hene ava kirin. Piştî ku me li Başûr konser li dar xistin em ê heman tiştî li Rojava jî bikin."

'EM DIXWAZIN JI HELEBÇEYÊ HETA KOBANÊ KONSERÊN MEZIN PÊK BÎNIN'

Xemgîn anî ziman ku ew dixwazin ji Helebçeyê heta Kobanê li tevahiya herêmê konserên mezin li dar bixin ku bi sedan hunermend tevlî bibin û li gel hunermendan dixwazin partî û rêxistinên Kurd ên li wan herêman jî tevlî vê pêvajoyê bikin.

Xelîl Xemgîn diyar kir ku di vê pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de ji bo Kurdan firsendên dîrokî afirîne û got, divê ev firsend bê bikaranîn, lewma siyasetmedarên Kurd divê li hev kom bibin.

'OCALAN RÛMETA KURDAN E'

Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd bigire çi ji dest tê dike û bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Xemgîn got, "Di navneteweyîbûna pirsgirêka Kurd de di 40 salên dawî de rola Ocalan diyarker e. Ji bo têkiliya Ocalan a bi gel re bibire û nehêle ku Kurd li hev kom bibin, tecrîdeke giran dimeşînin. Em vê yekê di karê xwe yê çandî de jî dibînin. Dema ku em qala Birêz Ocalan dikin, dewleta Tirk ji komên Kurd ên dûvikên xwe re dibêje, 'Ev PKK'î ne' û dixwaze nakokiyan derxîne. Dixwaze di navbera Kurdistaniyên li Bakur û Başûr de nakokiyan biafirîne. Divê Kurd nekevin vê xefikê. Ocalan ne tenê lîderê PKK'ê ye, ew rêberê gelê Kurd e. Rûmeta Kurdan e. Ev rûmet îro dîlgirtî ye. Pirsgirêka Kurd bi saya Birêz Ocalan bû malê raya giştî ya cîhanê. Divê her kes vê rastiyê bibîne."

'FELSEFEYA OCALAN BANDORÊ LI HUNERMENDAN DIKE'

Xemgîn destnîşan kir ku nêrîn û felsefeya Ocalan bandorê li hunermendên Kurd jî dike û got, "Yekîtiya neteweyî ya Kurdan çawa dikare pêk were, hunermend bi çi rengî dikarin bibin wijdanê civakê û çareserî çawa dikare bê afirandin. Em van hemûyan ji wî hîn dibin."

Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî beriya her tiştî divê Kurd li hev bikin û got, "Em destpêkê ji malbata xwe dest pê bikin. Em hewl bidin kesên ku li gel dijmin cih digirin qezenç bikin."