Xelkê Tebqa û Reqayê xwedî li berxwedanê derketin

Êrîşê dagirker ên dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef dewam dike. Bi hezaran welatiyên li Tebqa û Reqayê daketin qadan bêdengiya raya navneteweyî ya li dijî qetlîaman protestokirin.

REQA

Bi hezaran kesên tevlî çalakiya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê ve hate organîzekirin bûn, peyama wê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin da. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Partiya Pêşverû ya Sûriye Îbrahîm El-Qeftan, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdî Hamîd El-Minbaş û endama Meclîsa Jinan a Reqa Meryem El-Îbrahî axivîn. Di axaftinan de êrîşên ku sivîl, ambûlans, dibistan, depoyên avê û stansyonên elektirîkê dikin hedef şermezar kirin.

TEBQA

Bi hezana kesên li Tebqayê jî daketin qadan li dijî dagirkeriyê meşiyan. Meş li pêşiya Navenda Çanda Tebqayê vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de Hevseroka Meclîsa Zagûnsaz a Tebqayê Rewşen Memê û Hevseroka Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Mûsene Ebdulkerîm axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê destkeftî bên parastin, bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku bikevin tevgerê.