Welatparêzê Kurd Haydar Akbaba wefat kir
Yek ji midûrên televîzyona MED TV Haydar Akbaba li Belçîkayê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Yek ji midûrên televîzyona MED TV Haydar Akbaba li Belçîkayê ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatine wergirtin, Haydar Akbaba 5’ê Sibatê di saet 10.30’an de jiyana xwe ji dest da.
Akbaba ji Erzinganê bû û karkeriya madenê kiribû. Midûriyeta televîzyona Kurdî Med TV ku sala 1995’an dest bi weşanê kir, kiribû. Di nav sê mehên dawî de tedawiya penceşêrê didît.
Ji bo Akbaba wê roja Çarşemê li Komeleya Elewiyan a Lîmboûrg’ê merasîmek bê lidarxistin û li Gengkê bê veşartin.