Wekîlê Swêdî: Li Bakurê Sûriye firîna balafiran bidin rawestandin

Parlementerê Partiya Çep a Swêd Danîel Rîazat daxwaz kir ku divêli Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firîna balafiran bê qedexekirin û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava bê sekinadin.

Têkildarî helwesta Partiya Çep a li ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava ajansa me bi Parlementer DAnîel Rîazat re hevpeyvînek kir. Danîel ji bo astengkirina dagirkerî û sekinandina wê xebatên xwe ji me re vegot.

Rîazat anî ziman hema piştî destpêkirin dagirkeriyê ji bo rawestandina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê wan pêşniyar rawestandina firotina çekan pêşkêşî Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Parlemnetoyê kir û got:”Ji bo li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firîna balafiran bê qedexekirin, me daxwaz ji Swîsre kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Me diyar kir ku dewleta Tirk PKK weke rêxistineke terorê sûcdar dike û dixwaze dagirkeriyê rewa bike û me xwest PKK’ê ji lîsteya terorê derbixîne. Her wiha me daxwaz kir ku guşarên aborî li ser Tirkiye û hikûmeta Erdogan û endamên wê yên dîplomatîk bisepînin.

Rîazat diyar kir ku partiyên din ev daxwaz red nekiriye lê heta niha tenê ji pêşniyaran fitotina çekan a ji bo Tirkiyeyê erê kirine.

SWÊD DIVÊ ROJAVA NAS BIKE

Rîazat anî ziman pêşniyara qedexekirina firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ya birina Yekîtiya Ewropayê têrê nake û got: “Divê di warê madî de destekê bide Rojava. Hikûmetê soza destekdayînê dide. Lê biqasî em dizanin alîkarî raste rast ji bo Rojava naçe. Li ser saziyên Başûrê Kurdistanê diçe. Em daxwaz dikin ku raste rast biçe Rojava. Ji bo vê divê ewlilê hikûmet Rojava nas bike.”

Rîazat nerazîbûn nîşanî wê yekê jî da ku ji bo qedexekirina firotina çekan pêşniyara birina Yekîtiya Ewropayê, lê Swêd ib xwe firotina çekan qedexe nekiriye û got:

“Hikûmeta Swêd berjewendiyên xwe li ser mafê mirovan re dibîne. Ji bo vê firotina çekan ranawestîne. Diyar dike ku çekên didin Tirkiyeyê di şer de bikar nanîne. Ne mimkûne ku Swêd vê yekê bizane. Di salên dawî de Swêd firotina bihayê çekan ji 70-80 milyon kron gihandiye 300 milyon koronan. Li aliyê din Tirkiye bi koçberan gefan li Ewropayê dike. Ji bo vê ne Swêd û ne jî YE li dijî vê nabe xwedî helwest.

DIVÊ FIROTINA ÇEKAN BÊ RAWESTANDIN

Rîazat rawestandina firotina çekan a welatên weke Fînlandiya, Norweç û hinek welatên Ewropayê ya ji bo Tirkiyeyê bibîr xist û wiha pêde çû: “Hikûmeta Swîsrey ji bo rawestandina firotina çekan herî zêde diaxive, lê bi xwe tiştekî nake.”

Rîazat destnîşan kir ku divê bi lezgîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firîna balafiran bê qedexekirin, ev jî bo rawestandina qetlîamên Tirkiyeyê neçariyeke.

KAMPANYA HATIYE DESTPÊKIRIN

Herî dawî Rîazat diyar kir ku rêxistina ciwanan a Partiya Çep a Ciwanên Çep ji bo piştevaniya bi gelê Rojava re dest bi kampanyayeke ya alîkariyê kiriye û got: “Wê pereyên ku bên berhevkirin wê ji bo şervanên YPG/YPJ’ê bê şandin.Ciwanên Çep vê jî ji ber ku YPG/YPJ weke rêxistineke ya terorê nabîne, belkû vê jî weke gerîlayên ji bo parastina gelên cîhanê ya ji DAÎŞ’ê bidin nîşandan dike.”