Vîrûsa firingiyan Ewropayê dixe nava fikaran

Destpêka hefteyê li Fransayê vîrûsek firingiyan a bi navê "Tomato brown rugose fruit virus (ToBRFV)" hate tespîtkirin. Fikar hene ku vîrûs li welatên din jî belav bibe.

Virûsa ToBRFV ku tê îdîakirin bandoreke xwe ya yekser li tenduristiya mirovan nîne, gefê li gelek hilberînerên firingiyan ên li Ewropayê dixwe. Tê gotin ku wê zerarê bide hilberîna îsot û bacanan jî.

HILBERÎNA LI ÎTALYAYÊ DI REWŞEKE METIRSÎDAR DE YE

Vîrûsa ToBRFV herî zêde gefê li Îtalyayê dixwe. Îtalya di sala 2019'an de bi 5.8 milyon firiniyan hilberînerê herî mezin ê firingiyan bû li nava Yekîtiya Ewropayê. Li Îtalyayê li gorî hilberîna sala 2018'an bi rêjeya 3 ji sedî hilberîna kêm bûbû.

Vîrûs beriya çend rojan li bajarê Fînîstere yê Fransayê hatibû dîtin. Vîrûs di dawiya sala 2018'an de li Îtalyayê hatibû tespîtkirin û sala 2019'an bûyereke vîrûsê nehatibû dîtin. Lê belê tevî vê yekê di serî de girava Sîcîlyayê li welêt xebatên ji bo agahdarkirina hilberîneran hatin zêdekirin.

Vîrûsa ToBRFV ku hîn nayê zanîn çawa pêşî lê bê girtin, destpêkê di sala 2014'an de li Îsraîlê û piştre jî li Urdunê hatibû dîtin. Vîrûs piştre li gelek welatên Ewropayê hate dîtin, her wiha li Meksîka û DYE'yê jî hatibû tespîtkirin.