Vîrûs li Spanyayê li 5 ji sedî yê şêniyan geriya ye

Li gorî lêkolîneke berfireh a li Spanyayê, vîrûsa koronayê ya nû li 5 ji sedî yên Spaniyan geriya ye. Li paytext Madrîd û hin herêman ev rêje digihêje heta 10 ji sedî.

Li Spanyayê heta niha li gorî daneyên fermî 229 hezar kes bi vîrûsê ketine, zêdeyî 27 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê tê gotin, ku dema nexweşên bi rengekî sivik bi vîrûsê ketine jî bê hesibandin hingî hejmara nexweşên bi vîrûsê herî kêm bi 10 qatî zêdetir e. Li tevahiya welêt di 27'ê Nîsanê de lêkolîneke sero-epîdemiyolojîk hate kirin. Wezîrê Tenduristiyê Salvador Îlla têkildarî encamên lêkolînê axivî û diyar kir ku vîrûs li 5 ji sedî yê nifûsê yanî li zêdeyî 2 milyon kesî geriya ye.

RÊJEYA HERÎ BILIND LI PAYTEXT MADRÎDÊ Û KASTÎLYAYÊ YE

Lêkolîn bi zêdeyî 60 hezar kesî hate kirin û eşkere bû li gelek herêman ev rêje di ser 10 ji sedî re ye. Li paytext Madrîdê û derdora wê rêjeya mirovên ku bi vîrûsê ketin 11.3 ji sedî, li herêmên Kastîlya û Leonê jî ev rêje 14.2 ji sedî ye. Li Barcelonayê jî 7.1 ji sedî yê nifûsa bajêr bi vîrûsê ketin. Li herêma Sevîlla ya li başûrê welêt ev rêje 2.3 ji sedî bû.