Cenazeyê Unver û Kîerpacz ên di êrîşa nîjatperestî de miribûn hatin veşartin

Cenazeyê Ferhat Unver û Mercedes Kîerpacz ên di êrîşa nîjatperestî ya li bajarê Haûan a Elmamyayê de jiyana xwe ji dest dabû, hatin veşartin.

Cenazeyê Ferhat Unver ê 23 salî bi merasîmekê veşartin. Di merasîmê de li gel malbata Unver, heval, xizim û gelek kes amade bûn.

Maseyê ku wêneyê Unver li ser bi find û gulan hatibû xemilandin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua hate xwendin û li salonê lorînên bi Kurdî hatin lîlandin.

Piştre bi wesayîtan berê xwe dan goristana navenda bajarê Hanaûyê. Cenazeyê Unver li goristana Haûpfrîedhofê bi tevlîbûna hezaran kesî bi merasîmekê veşartin.

Serokê Şaredariya Hanaû Claûs Komînsky di merasîmê de axivî û êrîş şermezar kir. Di merasîmê de daxwaz hate kirin ku hemû aliyên êrîşa nîjatperestî divê bên ronîkirin û li dijî êrîşên nîjatperestî yên her diçe zêde dibin jî tedbîrên pêwîst bên girtin.

DAYIK: BILA JI BER ÊRÎŞÊN NÎJATPERESTÎ NEMIRIN

Dayika Unver Serpîl Temîz a di dema sersaxî qebûl dikir ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kurê wê li Elmanya jidayik bûye û mezin bûye, ji bo Elmanya kar dikir û bibîr xist ku ji bo ciwanên din bi fikar e.

Dayika Temîz got: “Lawê min mir, agir bi dil û hinavê min ketiye. Tişta pê diêşim ev zarok ne li ber ti hatin kuştin. Zarokên din hene, ciwanên din hene. Bila ji ber nîjatperestiyê nemirin.”

CENAZEYÊ MERCEDES KÎERPACZ HATE VEŞARTIN

Cenazeyê Mercedes Kîerpacz ê di êrîşa nîjatperestiyê de miribû li Goristana Mulheîm Haûptfrîedhof a li Offenbachê hate veşartin. Di merasîma veşartina cenaze de li ser navê malbatê axaftin hate kirin.