TJK-F û CDK-F ji nexweşxaneyan re xwarinê û maskeyan amade dikin
Maseyên krîzê yên TJK-F û CDK-F ji bo nexweşxaneyan xwarinê amade dikin, maskeyan didirûn.
Maseyên krîzê yên TJK-F û CDK-F ji bo nexweşxaneyan xwarinê amade dikin, maskeyan didirûn.
Fransa welatê çaremîn e ku pandemiya Covîd-19 bandora herî giran lê kiriye. Kurdên li Fransayê tevna ji bo piştgiriya bi nexweşxaneyan re danîn.
Jinên Kurd ên li nava maseyên krîzê yên Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) dest bi dirûtina maskeyan kirin.
Maseyên krîzê nexweşxaneyên ku herî zêde pêwîstiya wan pê heye diyar kirin û 10 hezar û 500 maskeyên amade kirine rojên bê bigihînin van nexweşxaneyan.
Maseyên krîzê her wiha xwarinê ji kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyan re dibin. Amadekariyan dikin ku hejmara nexweşxaneyên ku alîkariyê bi wan re dikin zêde bikin. Ji bo mirovên hewcedar jî paketên alîkariyê amade dikin.
Saziyan diyar kirin, ku kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye dikarin ji maila [email protected] binivîsînin û bi vî rengî wê karibin alîkariyê werbigirin.