Tevgerên ciwanên Kurd ji bo Şengalê banga çalakiyan kir

Tevgerên ciwanên Kurd ên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN), diyar kirin ku wê li dijî sewqkirina bi hezaran leşkerên Iraqê ya li dijî Şengalê, bê navber di nava çalakiyan de bin.

Herdu tevgeran bi daxuyaniyek hevpar, li dijî peymana li ser Şengalê û tevgera leşkerî banga çalakiyan kir.

Tevgerên ciwanan ên xwedî li banga lezgîn a Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê derketîn ev daxuyanî dan:

“Peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an a di salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de, di navbera PDK û dewleta Iraqê de pêk hatî, ji bo ji nû ve Şengalê dagir bikin û gelê me yê Êzidî li dijî qetlîamek nû bê parastin bihêlin e. Di bingehê pemana Iraq-PDK’ê ya bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst de, her hêza ku bê rêkirina Şengalê wê hêzek dagirker be.

Em ê vê li bîra her hêza ku bixwaze Şengalê dagir bike bînin: DAÎŞ’a ku hûn ji ber reviyayîn, ji aliyê îradeya Kurd a azad şer dike ve hate tinekirin. Mafê kesên ku deriyên Şengalê ji DAÎŞ’ê re vekirîn nîne ku li Şengalê nefesê bistinin.

Em baş dizanîn ku êrîşên li ser Şengalê heman demê tê wateya li dijî Rêber Apo hatine pêşxistin. Gelê Şengalê xwe bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye û erka xwe parastinê ava kiriye. Em TCŞ û TEKO-JIN, xwedî li banga Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê derdikevin, berxwedaniya wan silav dikin û di xeta Fermandar Şehîd Egîd Civyan de ji bo parastina Şengalê em jî wê rola xwe bileyîzin.

Li ser vî bingehî, em bang li hemû Kurdên li Ewropa dijîn û ciwanên enternasyolîst dikin ku li dijî hişmendiya tecawîzkar a DAÎŞ’ê ya ji nûve li Şengalê bê jiyîn rawestin, îxaneta PDK’ê ya li Şengalê ji bîr nekin û ji bo xeta berxwedanê ya têk neçe ya Rêber Apo ya li Şengalê bê domandin, bê navber di nava çalakiyan de bin.”