Tevgera Aştiyê ya Fransayê serdana grevkarên birçîbûnê kir

Tevgera Aştiyê ya Fransayê serdana endamên AvEG-Kon, YS û SKB'ê kir, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Şandeyê got ji bo çareseriya pirsgirêkan ew ê hewl bidin.

Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Kon, SKB û YS'ê ya li ACTÎT'ê ya li dijî tecrîda di roja 51'ê de didome. Ji Tevgera Aştiyê (Mouvement de la Paîx) şandeyek, ku di nav de Yves-Jean Gallas jî di nav de bû, serdana çalakgeran kir.

Nûnerê Tevgera Aştiyê got divê têkoşîna azadiya Kurd ne tenê ji hêla têkoşîna çekdarî ve her wiha ji hêla dîplomatîk û aştî ve jî nas bike û got, ''Em hewl didin ku pirtûkên Ocalan, ramanên wî ji hêla akademîk ve bidin naskirin  û berbelavkirin, her wiha li ser têkiliyên ku wê werin avakirin hêdî hêdî biçe jî em hewl didin ku bibin alîkar.''


Ji Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas got divê projeyên jiyanî û civakî yê ku hewl tê dayin li Bakurê Kurdistanê, Rojava, Sûriyê were danîn baş fêhm bike, vebêje, li pişta daxwaza serxwebûnê ya Kurdan pêkhatina projeya demokrasî û azadiyê heye.

Çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr jî got, ''Em baş in. Berwedan moral û motîvasyonê dide me. Dema ku dostên me serdana me dikin moralê me zêdetir dibe. Em ne westandina greva birçîbûnê lê em berxwedêrên ku 200 roj in di greva birçîbûnê de ne difikirin. Wan ji zû de ye rewşa krîtîk li pey xwe hiştine.''