KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Rêveberiya KON-MED’ê Cejna Qurbanê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û got: “Divê gelê me vê cejnê bi xwedîderketina banga Rêber Apo, pêşdebirina yekîtiyê û parastina ziman û çanda xwe pîroz bike.”
Rêveberiya KON-MED’ê Cejna Qurbanê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û got: “Divê gelê me vê cejnê bi xwedîderketina banga Rêber Apo, pêşdebirina yekîtiyê û parastina ziman û çanda xwe pîroz bike.”
Rêveberiya KON-MED’ê bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KON-MED’ê diyar kir ku cewherê cejnan ew e ku nakokî û nerazîbûnên di nav civakê de ji holê rakirine, civakê bîne cem hev û aştiyê misoger bike ye û got: “Bi gotineke din, bingeha cejnan ew e ku li şûna nakokî û şerên di navbera kesan û civakan de diyalogê pêş bixîne û pirsgirêkên civakî bi rêbaza aştiyê çareser bike.”
KON-MED’ê banga dîrokî ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, bi bîr xist û wiha domand: “Divê kesên aştîxwaz, bawermendên rasteqîn xwedî li vê gava dîrokî derkevin. Ev bangawazî çerxerêya dîrokî nîşan dide. Ev pêvajo hem li Tirkiye, hem li çar perçeyên Kurdistanê û hem jî li civaka navneteweyî bandorek cidî kir. Ev pêvajoya ji bo li ser bingeha çareseriyên demokratîk û aştiyê pêş bikeve, xwedîderketin û mezinkirina vê di serî de erka sazî , rêxistin, civaka gelê Kurd û hemû kesên aştixwaz û mirovên bi rûmet e.”
Di daxuyaniyê de banga avakirina yekîtiya neteweyî hat kirin û wiha pêde çû: “Di têkoşîna azadiyê de gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin re gelek eniyên giranbûha bi dest xist, hebûna xwe misoger kir û di roja me de xwe gihandiye qonaxa çareseriyê. Lê dagirkerên welatên me bi şerê qirêj ên taybet re bi hezar û yek lîstikan hewl didin ku hemû destketiyên gelê me yên siyasî, çandî, civakî û aborî ji holê rabikin.
Divê gelê me vê cejnê li hemberî vê polîtîkaya zext, înkar û îmhayê ya ku pê re rû bi rû ye, bi pêşdebirina yekîtî, rêxistinbûn û hevgirtina xwe û bi parastina ziman û çanda xwe zêdetir pîroz bike. Bi boneya vê cejnê divê gelê me nakokiyên navxweyî û ji her cure nêzîkatiyên lawaz, parçekirin û lîstikên propagandaya qirêj ên dijminan dûr bisekinin hewl bide ku yekîtiya neteweyî pêş bixe.
Her çend gelê me bi maf, edalet û wekhewiyê di cewher û çanda Îslamê de xwedî baweriyeke xurt be jî, lê gelê Kurdistanê ti carî bi navê Îslamê qetlîam û êrîşên ku li ser gelan û baweriyên cuda hatine kirin qebûl nake û bi salan e di bin felsefeya Rêber Apo de li ser navê mirovahiyê têkoşîna ji bo hebûna çand, bawerî û neteweyên cuda didomîne.
Bê şik ev têkoşîna pîroz a ku gelê Kurdistanê daye meşandin tenê bi civak û pêkhateya etnîkî ya Kurd re sînordar nîne. Ev hem têkoşîna mirovahiyê ye û hem jî têkoşîna parastina xwişk û biratî û edaleta mirovahîyê ye ku nirxên pîroz in. Her wiha ji bo derxistina pîroziyên windabûyî yên Rojhilata Navîn a kevnar û parastina rûmet û baweriya me ye.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Armanca sereke ya têkoşîna me ew e ku em cejnan ji destdirêjî û esaretê rizgar bikin, wateya wan a rast bidin wan û bi hemû kelecana xwe rastiya cejnê ji nû ve bigihînin gelan. Zilm û înkara li ser gelê me û azadiya fizikî a. Rêbertiya gelê Kurd encax bi yekitî û rêxistina Civaka Demokratîk û mezinkirina têkoşîna me pêkan e.
Weke KON-MED’ê, em Cejna Qurbanê li tevahî mirovahîyê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa li gelê me yên li her çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat, li malbatên şehîdan û hemû hevalên me yên di zindanan de ne û li hemû qadên têkoşînê pîroz dikin.”