TEV-ÇAND'ê ji bo hunermend Apê Şêxmûs peyama sersaxiyê weşand

Tevgera TEV-ÇAND'ê ya li Ewropayê ji ber koça dawî ya hunermend Şêxmûs Demîr peyamek weşand û bal kişand ser keda hunermend a ji bo çanda Kurd.

Tevgera TEV-ÇAND'ê ya li Ewropayê ji ber koça dawî ya hunermend Şêxmûs Demîr peyamek weşand ku li bajarê Giessen ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Peyama TEV-ÇAND'ê ya Ewropayê bi vî rengî ye:

"Hunermendê me yê Kurd Şêxmûs Demîr ku bi navê Apê Şêxmûs dihate naskirin, li bajarê Gîssen ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Hunermend Şêxmûs di jiyana xwe bi afirandinên hunerî ve bû stûnek çandewariya Kurdî. bi stranên xwe yên wekî 'Şengal', 'Barî Baranek Barî', 'Şehîd Mamed' 'û strana wekî 'Dersîm' re vegotina hestên Kurdewar bilêv kir. Ji xeynî bilêvkirina stranan jî xizmeta hunera Kurdî de wek avakar jî her dem cihê xwe girt. Ji wan yek jî Koma Zerdeştê Kal e ku 1994'an di hunera Kurdî de bû xwedî rolek girîng.  Wekî her hunersazên ku li demê xwe bûyî xwedî bandor Hunermend Şêxmûs Demîr jî xwedî ristek girîng e. Her wiha bi hunera xwe ve gelek kes û malbata xwe jî perwerde kir û xwest di binyada hunera gelêrî de bibe bingehek. Em bi koça wî ya dawî hunermend Şêxmûs Demîr bi rêzdarî bîr tînin û ji malbat û hezkiriyên wan re ser saxiyê dixwazin."