Tendirustiya çalakgerên Strasboûrgê di kîjan astê de ye?

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakger 85 roj in di greva birçîbûnê de ne. Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku rewşa çalakgeran krîtîk e.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen ji destpêka çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrgê, rojane tendirustiya çalakgeran kontrol dike û 13 caran kontroleke giştî kiriye. Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku rewşên neyînî ew dikarin di du kategoriyan de binirxînin.

SEMPTOMÊN ÇALAKGERAN

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku semptomên kategoriya koma yekemîn, lihevketina mehd, verişandin, sergêjî, taşîkarî, xerabbûna rîtma dil, tansiyona biçûk, îltîhap û helandina bedenê ye.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku semptomên kategoriya koma duyemîn jî norolojîk e û diyar kir ku ev jî needilandina li ser xwe, hesasiyeta li hemberî ronahiyê, hesasiyeta li hemberî bêhnê, hesasiyeta li hemberî deng, serêşî û zingîniya guhan e.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku ev semptom li ba hemû çalakgeran heye û ev semptom wan dixe nava fikaran.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen got: “Divê daxwazên çalakgeran werin bicihanîn û piştre çalakî were bidawîkirin. Ev peywireke mirovayetiyê ye. Divê hemû saziyên siyasî û gelê me têkevin nav hewldanan. Dibe ku rewşeke neyînî pêk were, ji ber vê jî divê bihistyarî çêbibe.

Bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kir ku divê kesên tên serdana çalakgeran ji bo dîtina çalakgeran israr nekin û ji peywirdaran agahiyan bistînin.