‘Em tecrîdê qebûl nakin’

Kurdistaniyên li Hambûrgê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiye kirin.

Hevparên TCŞ’ê ya Hambûrg, li Sternschanze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyona ji raman û felsefeya wî pêk tê, nîşan da.

 

Ciwanên tevlî çalakiyê bûn, diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya gelê Kurdistanê ye, anîn ziman ku heta tecrîd bi dawî nebin wê çalakiyên xwe bidomînin.

Ciwanên bi navê Hîkmet Pervarî, Serhat Bagok, Mikaîl Ruha, Mîthat Kaya û Şevîn Çolîg jî axivîn û destnîşan kirin ku wê ciwanên Kurd li ber ronahiya raman û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bikin.

Ciwanan peyama ‘Jiyanek bê Rêber Apo em ê qet qebûl nekin’ dan, ragihandin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.