Tecrîd û zextên li ser HDP'ê li Romayê hatin şermezarkirin
Li paytexta Îtalya Romayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û doza girtina HDP'ê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Li paytexta Îtalya Romayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û doza girtina HDP'ê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
Çalakiya li Romayê bi pêşengiya rêxistina sîwanî ya jinan a bi navê Non Una di Meno û Rete Kurdistan pêk hat û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û doza girtina HDP'ê hate şermezarkirin.
Bi sedan jin û dostên gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn ku li hemberî Konsolosxaneya Tirk pêk hat.
Jinan vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kirin û dirûşmên "Erdogan dijminê jinan e", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.
Di heman çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û doza girtina HDP'ê jî hatin şermezarkirin.
Ji Non Una di Meno Serena Fredda û ji "Komîteya Azadî ji Ocalan re" Simonetta Cirsci li qada çalakiyê axivîn.
Jinan her wiha bi performansekê bal kişandin ser komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê.