Tecrîd li Kopenhagê bi çalakiya rûniştinê hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi çalakiyeke rûniştinê hate protestokirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Çalakî li pêşiya avahiya parlementoyê hate kirin. Meclîsa Jinan a Sêvê û NCKD li pêşiya bîrdariya Kral 6.Fredrîk pankartên bi nivîsa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ û ‘Dem dema azadiyê ye’ hate hildan.

Li aliyê din di çalakiyê de berxwedana girtiyên siyasî yên digrevê de û serketina Garê hate silavkirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bimre Xiyaneta PDK’ê’ bi dawî bû.