Tecrîd li Goteborgê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Goteborg ê Swêdê hate şermezarkirin.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo Şoreşa Rojava doh çalakiyeke hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li navenda bajêr pêk hat, daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven hate kirin ku di roja 67'an de ye û li asta metirsîdar e û bang li Yekîtiya Ewropa û hikumeta Swêdê hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Di dewama daxuyaniyê de planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava hatin bibîrxistin û hate gotin, armanca dewleta Tirk tinekirina sîstema demokratîk û destketiyên Kurdan ên li Rojava ye.

Hate gotin, gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û Tirkmen wê sîstema xwe ya demokratîk ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin.