Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestiya wî, grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, berxwedêrên li Hewlêr, Galler û Strasboûrgê dewam dikin. Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi heman armancê li ber Parlamenta Ewropayê mîtîngeke mezin a protestoyî tê lidarxistin.
Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre û Hollandayê, danê sibehê tevî dostên xwe hatin Strasboûrgê û li ber avahiya Parlamenta Ewropayê li hev civiyan.
Endamên Koma Berxwedan Diyar û Hozan Şemdîn jî di nav de gelek hunermend tevlî çalakiyê bûne.
Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji Ocalan re", "Faşîst Erdogan", "Berxwedan Jiyan e" û "Bes e ji tecrîdê re" diqîrin. Çalakî ji aliyê gelek endamên çapemeniyê ve tê şopandin.
14 berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê jî hatin qada mîtîngê. Hin organên çapemeniyê yên Ewropayê ku mîtîngê dişopînin, hevpeyvîn li ser greva birçîbûnê û tecrîdê kirin.