TCŞ, TEKO-JIN û enternasyonalîstan îro li Maînzê bû

Çalakiya hevpar a TCŞ, TEKO-JIN û enternasyonalîstan ya ku li bajarê Manaû yê Elmanyayê hatibû destpêkirin di roja 3’an de domiya.

Çalakiya hevpar a TCŞ, TEKO-JIN û enternasyonalîstan îro li Domplatzê ya li bajarê Maînza Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê hat’ saet di navbera 14.00 û 17.00’an de bi mîtîngekê domiya.

Di bernameya îro ya çalakiyê de ji bo piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê panelek hate lidarxistin û panelê de zextên koalîsyona şer a AKP û MHP’ê hate şermezarkirin.

Çalakger wê sibê saet di 14.00’an de li HBF’a Darmstadê werin ba hev û bimeşin Frîedensplatzê.