TCŞ-JCA: Li dijî ti êrîşan em ê bê helwest nemînin
TCŞ-JCA’yê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û rola PDK’ê û got: “Em ê li dijî ti êrîşekê bê helwest nemînin” li dijî xiyanetê peyamek dan.
TCŞ-JCA’yê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û rola PDK’ê û got: “Em ê li dijî ti êrîşekê bê helwest nemînin” li dijî xiyanetê peyamek dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad (TCŞ-JCA) têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûr û pêkanînên PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji ber pandemiya koronayê ya ku di mehên dawîn de bandora xwe nîşan da û wek qeyraneke gelemperî jiyana hemû kesan dijwartir kir, gelê cîhanê di pêvajoyeke alozî de ye. Di vê pêvajoyê de hemû gelên cîhanê li dijî pandemiyê ji bo ku xwe biparêzin, ji îzolasyona civakî heta karantînayê bergiriyên cûrbicûr girtin. Ew qas gengeşî li cihekî devleta Tirk a dagirker, li ser gelê Kurd û Kurdistanç erîşan pêk diîne û êrîşên komkujiyê bi demê ve zêdetir dibe. Kolalîsyana faşîst a AKP-MHP vê pandemiyê wek derfetek bi kar anî û bi biryara afûkirinê di serî de çi qas girtiyên tecawizê, kujerê jinan, serokên çeteyan en alîgirên xwe hebe da berdan. Kesên ku ji ber fikrên xwe yên azad an jî faaliyetên xwe yên polîtîk di girtigehê de ne, bi mirinê rû bi rû man. Her wiha li Rojovayê êrîşên xwe domand û li Başûrê Kurdistanê penahgeha Mexmûrê ya ku di bin qontrola BMê ye û Qadên Parastina Medyayê bombe barand.
Di vê pêvajoya ku li ser gelê me êrîşên komkujî tê kirin, hemû dinya li dîjî koronayê bangewaziya pevrebûnê dike. Em jî piştgiriya vê dikin û carek din dibêjin: Em encax bi piştgiriya hemû gelan ve dikarin bi hêz bin. Lê belê em ji hemû devletan jî li benda heman hasasiyetê ne. Divê li hemberî van êrîşên devleta Tirk a faşîst a ku ji vîrusê zehftir talûke ye bertekekê nîşan bidin. Çiya û bajarên Kurdistanê bi rojan dihên bombekirin û her roj gelê me diavêjin zindanan û bi mirinê rû bi rû dihêlin. Divê ev yek neye jibîrkirin; piraniya çekên ku devleta Tirk li Kurdistanê êrîşê Kurdan dike yên devletên Ewropayê ye.
Di 15’ê Nîsanê leşkerên devleta Tirkan a sûcdarê şer, li Başûra Kurdistanê penahgeha Maxmûrê ya ku din qontrola Yekitiya Neteweyan e bombe barandin. Di vê êrîşê de 3 jinên ku lawirên xwe diçêrandin hatin qetlkirin. Dîsa di heman saetan de li Qadên Parastina Medyayê gira Zinê Wertê bi piştgiriya hezên KDP bombe hatin barandin û 3 gerîla şehîd ketin.
Wisa xuya dike ku devleta Tirk a dagirker li Başûra Kurdistanê; li Mexmûr û Qadên Parastina Medyayê amadehiyên êrîşeke mezin dike. Di vê êrîşê de hezên KDP’ê bi awayekî çalak cih digirin. Di van rojên ku nîqaşên yekitiyê dihên kirin de gelê me li Kurdistanê îradeyeke mezin nîşan dide. Di vê rewşê de polîtîqaya KDP’ê gelek bi talûke ye ev polîtîqa bi yekîtiyê û Kurdistanîbûnê hev du nagire û divê di demeke nêz de were guhartin.
Li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi dijminê re şirîkatî di serî de ji Gelê Kurd re xiyaneteke mezin e. Gelê Kurd vê xiyaanetê ti car ji bîr nake. Kurdistan ber bi azadiyê ye û divê ji bo van lîstikên ku hezên komplowarî ya navneteweyî pêk diîne destûr neye dayîn.
Divê ev yek neye jibîrkirin, li Dersîmê, Maraşê di serhildana Şêx Saîd de gelê me ji hêla devleta Tirk ve hate qetlkirin. Di Rojavayê de li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spiyê de devleta Tirkan gelê me rasteras an jî bi çeteyên xwe qîr kir. Li Surê, Cizîrê, Nisêbînê bajarên me yên îradeya xweser nîşan da hatin hilweşandin û gelê me di weşanên zindî de ji hêla devleta Tirkan ve hate şewitandin. Li Başêrê Kurdistanê gava referanduma xweseriyê çêkir, hezê ku gelê me bi awayekî vekirî tehdît kir û ambargoyekê meşandin devleta Tirkan bû.
Dewleta Tirkan e, bi salan zarokên gelê Kurd yên herî hêja kuştiye, laşê wan di taxên me da li dû wesayîtên zirxî xirikandiye, bi guhên wan kilîldankan çêkiriye, goristanên pakrewanên me bombebaran kiriye, êrişê cenazeyên me kiriye û bi rêya kargoyan laşên me yên bêcan ji dayîkên me yên ku di oxira wan da qiyamet bê rakirin ra şandiye. Yê ku rêberê azadiya gelê me û rêberê gelên Rojhilata Navîn Rêber Apo ev 21 sal e di bin dîlîtiyê da digire dewleta Tirkan e.
Têkoşîna azadiyê dema hate gotin ku "dawî bû", bi Rêber Apo va dîsa xwe ji nû va ava kir, mezin bû û li hemberî êrişên her cureyê mêtingeriyê hevkarî-xiyanetkariyê li ber xwe da û heta îro hat. Wek temsîlkarê vê rêyê, êrişên li dijî gelê me û têkoşîna me tê kirin ra em ê bêbertek nemînin. Heta ku ji her kesên ku tiliyên wan di van êrişên qirkirinê da hene em hesab bipirsin, dengê me yê mîna şepeyê pê da were û di guhên we da deng vede.
Ji ber vê jî hêzên siyasî yên Başûrî, bi taybet jî hêzên PDK û YNK’ê divê nekevin nav dek û dolabên neyêr, dev ji xiyaneta li hember gelê xwe berdin. Divê bi lezkî ambargoya li ser gelê me yê hêja ku li Mexmûrê ye û ev 9 mehe li welatê xwe bûye penaber bê rakirin. Divê hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst ya bi armanca îmhakirina gelê Kurd û şervanên gelê Kurd hema bê dawî kirin.
Em wek ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê, careke din dubare dikin ku gelê me ji ber sedema şewba Coronavîrûsê tedbîrên xwe bigire. Lê belê li dijî hevkariya AKP-MHP-PDK’ê ya ku vê rewşê wek firsendekî dibîne jî li her qada em lê birêxtinî ne, bi çalakiyên afirîner va sewa ev plana dagirkeriyê û nîjadkujiyê vala bê derxistin, em bang li ciwanan dikin ku bikevin nav lebatê.
Dîsa di vê pêvajoyê da, divê ciwan torên civakî bi awayekî rast bikar bînin. Vê xiyaneta li hember gelê Kurdistanê pêk tê, divê bi awayekî xurt teşhîr bikin. Ji ber vê 18ê Avrêlê roja Şemiyê, li gor saeta Ame wê 17.00an da xebateke torên civakî yê bê çêkirin. Xebat, yê saet tam 17.00an da di hesaba www.twitter.com/TCSoresger ya ku di Twitterê da ye, yê bê destpêkirin.