SYKP’ê: Ji bo Sûriyeyeke demokratîk em ê 4’ê Çileyê li Strasboûrgê bin!

SYKP’ê, nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Elewî û Xirîstiyanên li Sûriyeyê da û got, “Ji bo Sûriyeyeke demokratîk em di 4’ê Çileyê de li Strasboûrgê ne.”

Rêxistina Ewropayê ya Partiya Jinûve Vesazkirinê ya Sosyalîst (SYKP) bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Hêzên Hayat Tahrîr El Şam (HTS) ku koalîsyoneke rêxistinên cîhadîst e û bi desteka DYE’yê, Brîtanya, Îsraîl û Tirkiyeyê li Sûriyeyê dest danî ser desthilatdariyê, zext, tundî, talan û komkujî li dijî hemû beşên civakê yên ne ji wan e, dikin. Di van êrîşan de ku bi taybetî civakên Elewî û Xiristiyanên Ereb û beşên laîk hedef digire, gelek kes hatin revandin, bi rengekî bê daraz hatin înfazkirin û kuştin. Cihên pîroz, mal û kargehên aîdî van komunan hatin şewitandin, xerakirin, talankirin û desteserkirin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Lazkiye, Hums û Tartûsê gelê Elewî li dijî êrîş û komkujiyan derketin kolanan û bi awayekî demokratîk nerazîbûnên xwe raber kirin. Lê hêzên çekdar ên HTS'ê gule avêtin girseya gel û ev yek bû sedem ku rîskên komkujiyê zêde bibe.

Li dijî komkujiyên li ser Elewî, Xiristiyan, Durzî, Suryanî, Asûrî, Kurd, Jin û beşên laîk ên civaka Sûriyeyê em bang li raya giştî ya Ewropayê dikin ku bikevin nava tevgerê.

Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê û Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê wê di 4’ê Çileya 2025’an de saet 11:00’an li Strasboûrgê bi awayekî girseyî daxuyaniya çapemeniyê lidar bixe. Weke rêxistina SKYP’ê Ewropa, em ê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bibin û bang li civaka navneteweyî bikin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk bikeve nava tevgerê."