BI DÎMEN

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî hiqûq û mirovahiyê hat protestokirin

Li Strasboûrgê tecrîda êşkenceyê ya li Îmraliyê, bikaranîna çekên qedexekirî li dijî Gerîlayên Azadiyê û desteserkirina vînê hat protestokirin û wiha hate gotin, “Divê her kes li dijî sûcên qirkirinê yên dewleta Tirk rabe.”

ÇALAKIYA LI DIJÎ TECRÎD, SÛCÊ KÎMYEWÎ Û DESTESERKIRINA VÎNÊ

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji aliyê Însiyafîta Jinê ya Zîn û Navenda Kurdistaniyên Demokratîk a Strasboûrgê ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bikaranîna çekên qedexekirî li dijî Gerîlayên Azadiyê û desteserkirina vînê hat protestokirin.

Çalakî li pêşiya Îstasyona Navendî ya Strasboûrgê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de pankartên bi zimanên cuda “Ji Ocalan re Azadî”, “Freedom For Ocalan”, “CPT demildest li Îmraliyê serdana Ocalan bike”nivîsandî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Her wiha danezan hatin belavkirin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Faşîst Erdogan”, “Lîbere Ocalan” hatin berzkirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Strasboûrgê Sîdar Amedî axaftinek kir.

Sîdar Amedî wiha got: “Dewleta Tirk demek dirêj e êrîşê li ser gelê Kurd û bajarên wê didomîne. Ev êrîş bi tecrîda li ser Rêbertiya me destpê kirin. Dewleta Tirk ku li dijî gelê me û Rêbertiya me gelek sûcên mirovahiyê kir, li dijî gerîlayan jî çekên taktîk nukleer û kîmyewî yên di şer de qedexe ne, bi kar tîne. Li aliyê din jî welatên ku li hember sûcên şer bêdeng dimînin, hevalên me radestî dewleta Tirk dikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li her derê êrîşî Kurdan dike. Lê bila her kes bizane gelê Kurd heta azadiya Rêbertiya xwe bi dest bixe wê li her derê cîhanê têkoşîna xwe bidomîne. Ji ber ku bêyî azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd pêkan nîne.”

Amedî ji bo çalakiya girseyî ya di 25’ê Hezîranê de ji bo salvegera Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Li ser navê Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn Helena Dersim mafê axaftinê girt û daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi mehan in malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tu agahî ji wan nagirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin û li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdengiyeke navneteweyî heye û wiha hate gotin: “Di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd qirkirin tê meşandin. Divê her kes li dijî vê sûcê rabe û demokrasiyê biparêze.”

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê Velî Tekîner jî bal kişand ser êrîşên komên nîjadperest ên Tirk ên li dijî Nobeta Azadiyê û got: “Divê ev komên Tirk ku xwedî hemwelatiya Fransayê ne bên tespîtkirin û tişta pêwîst bê kirin. Em ê doza xwe ya mafdar û rûmet heta dawî bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.