SKB: Em berê xwe bidin Parîsê!

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê (SKB) bi wesîleya Qetlîama Parîsê daxuyanî da û ji bo hesappirsîna ji qatilan bang kir.

SKB’ê sê jinên şoreşger bi bîr anî yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewrûpayê (SKB) de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji ber hevkariya AKP û dewleta Fransayê sê jinên şoreşger, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin.

Ligel ku 6 sal ji ser vê qetlîamê derbas bûye ji bo pêkanîna edaletê têkoşîn didome. Ligel ku di îddîanameya dozê de hatibû diyarkirin ku têkiliya dewleta Tirk û MÎT’ê bi vê qetlîamê re heye, bersûc Omer Guney beriya ku derkeve pêşberî dadgehê ji nişka ve ji holê hate rakirin. Tê dîtin ku ev qetlîam di nav têkiliyên qirêj ên emperyal de hatiye kirin. Îro jî dewleta Tirk bi organîzasyonên kontragerîlla li Ewrûpayê hewl dide cinayetên siyasî yê nû pêk bîne. Yên ku Sakîne,Fîdan û Leyla qetil kirin îro li pey kesên têkoşer in û dixwazin çavê wan bitirsînin.

Di salvegera 6’emîn a qetlîamê de em ê bi têkoşîna hevpar dengê xwe bilind bikin û em ê nehêlin qetlîamên nû pêk werin.

Ji bo ku edalet pêk were û kujer werin eşkerekirin em bang li hemû jinan dikin ku bila di 12’ê Çileyê de werin Parîsê.”