Siyasetmedarên ji Swîsreyê: Faşîzma Erdogan bidin sekinandin

Siyasetmedarên ji Swîsreyê li pêş Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk dan.

Kurd û dostên wan îro ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li pêşiya Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî hatin ba hev.

Gelek parlementer û siyasetmedarên ji Swîsreyê tevlî vê çalakiyê bûn.

Parlementera Parlementoya Neteweyî ya SP Laûrence Fehlmann Rîelle nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û got “Erdogan dixwaze li ser gelê Kurd paqijiyeke etnîk bike. Tu sedemeke mafdar a vê êrîşê tune. Divê gelên cîhanê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Li ser navê Solîtarîteyê, Stefanîe Prezîosa jî got ku “Li pêş çavê cîhanê mirov tên qetilkirin û li hemberî vê qetlîamê berxwedaneke mezin heye. Em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî vê dagirkeriyê bila dakevin qadan.”

Prezîosa nerazîbûn nîşanî wan welatan da yên ku PKK xistine lîsteya terorê û got ku “PKK tevgereke gel û berxwedanê ye.”