Siyasetmedarên Fransî: Divê tecrîd tavilê bê rakirin

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransayî gotin, divê tecrîd tavilê bê rakirin û berpirsyarên komkujiya Parîsê werin darizandin.

Nûnerên gelek saziyên femînîst, antî-faşîst, sosyalîst û komunîst û gelek kesayet tevlî meş û mîtînga doh a li paytexta Fransa Parîsê bûn. Siyasetmedar û nûnerên saziyan li ser komkujiyê ji ANF'ê re axivîn.

Endamê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Torre diyar kir ku ji bo edalet pêk were 6 sal in ew tevlî meşê dibe û got, "Rojbîn ji nêz ve nas dikim. Ji bo edaletê ti carî bersiv ji Kurdan re nehate dayin. Lê belê em ê timî bi Kurdan re têbikoşin. Em dixwazin kiryarên qetilkirina 3 jinan bê eşkerekirin û parlamenterên HDP'ê azad bibin.

Ji Meşa Jinê ya Cîhanê (Marche Mondîal Marîe Threse Martînellî got, rewşeke sosret e ku 6 sal in cînayet nehatiye ronîkirin û xwest, edalet tavilê bi cih bê.

Seroka Tevgera Têkoşîna li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) Renne Le Mîgnot bi bîr xist ku 20 sal in ew Kurdan dişopînin û bi wan re tevdigerin. Mîgnot got, "Ez Rojbînê baş nas dikim. 6 sal in em li vir dimeşin û daxwaza edaletê dikin. Em zanin ku li pişt komkujiyê servîsa veşartî ya Tirk heye. Lê em dixwazin ev yek bi fermî bê eşkerekirin."

Senatorê Parîsê yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent girîng e doza komkujiya Parîsê bê ronîkirin, ew ê di vî warî de têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em dernexistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' şermezar dikin. Wekî din, grevên birçîbûnê hene. Leyla Guven li ber mirinê ye. Têkoşîneke gelekî hêja tê dayin. Her wiha rastiyeke Rojava heye. Di çarçoveya van hemûyan de em ê bi Kurdan re bin."

Endamê Komîteya Navendî û Hilbijartiyê Herêma Toûloûse ya Partiya Çep (PG) Jan Chrîstophe bi bîr xist ku Leyla Guven û gelê Kurd daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got, "Em piştgiriyê didin vê daxwaza mafdar. Dixwazim vê yekê bêjim; azadiya Ocalan ji bo me pêwîstiyeke, ji ber ku Ocalan di çareseriya pirsgirêkê de aktorê bingehîn e. Lewma em azadiya Ocalan gelekî girîng dibînin û divê tavilê pêk were. Pêwîste navê PKK'ê jî ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin."

Hevkoordînatora Partiya Çep a Fransayê (PG) Danîelle Sîmonnet bi bîr xist ku grevên birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û got, "Hiştina navê PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorê', qirkirina jinan, greva birçîbûnê ya Leyla Guven, rewşa dawî ya Kurdan û pêvajoya şer me dixe nava fikaran. Di asta enternasyonal de em piştgiriya gelê Kurd bi taybetî ya jinên Kurd dikin.

Her wiha dixwazim vê bêjim: 16'ê Çileyê bi navê Hevberdevkiya Partiya Çep û gelek kesên din em ê serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bikin. 25'ê Çileyê jî em ê bi delegasyonekê tevlî rûniştina dadgeha Leyla Guven bibin."

Seroka berê ya Delegasyona Mafên Jinan û Senatora Val de Marne Laûrence Cohen anî ziman, gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê têdikoşe û got, "Daxwaza me ew e ku Kurd derhal azad bibin û êdî piştgirî ji Erdogan re neyê dayin. Divê pêşî li Erdogan bê girtin. Bi piştgiriya bi Kurdan re pêwîste çareseriyek bê afirandin.

Ez îro li vir im, bi Kurdan re dimeşim; divê polîtîkayên rastîstan, nîjadperestan û rastgiran ên li dijî Kurdan û gelên bindest êdî bên astengkirin."