Sînn Feîn: Li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
Sînn Feîn a ku ji bo gihiştina her du Îrlandayan têdikoşe, bi daxuyaniyeke nivîskî got ku divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were derketin.
Sînn Feîn a ku ji bo gihiştina her du Îrlandayan têdikoşe, bi daxuyaniyeke nivîskî got ku divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were derketin.
Li ser navê Sînn Feînê Serokê Giştî Mary Loû McDonald diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser gelên Rojava, îstîkrara li herêmê xerab dike û xisarê dide têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê.
McDonald diyar kir ku şervanên QSD’ê qadeke berfireh ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirine û diyar kir ku bi deh hezaran Êzidî rizgar kirine.
McDonald bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker qetlîamên ku li Bakurê Kurdistanê kiribû wê niha jî van qetlîaman li Bakurê Sûriyeyê bike.
Sînn Feînê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bila li hemberî dagirkeriyê têkeve nav hewldanan.