BI DÎMEN

Serokkomarê Fransa yê berê: Berxwedana gelê Kurd îlhamê dide me

Li Parîsê siyasetmedarên Fransî û Kurd di resepsiyona Newrozê de hatin ba hev. Serokkomarê berê Françoîs Hollanda ji gelê Kurd re got, “Cesareta we îlham dide me.”

Li paytexta Fransa Parîsê bi wesîleyê Newrozê resepsiyonek hat organîzekirin.

Resepsiyona ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve hate organîzekirin, li salona Otela Lutetia ya dîrokî ya Parîsê pêk hat.

Navê kesên beşdarî resepsiyonê bûne wiha ne;

“Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Jean Michel Blanquer, Hevseroka Koma Lêkolîna li ser Kurdan û parlementer Sara Tanzîlî, fîlozof Bertrand Badîe, nivîskar Patrice Franceschî, Serokê Şaredariya 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Sosyalîst Dylan Boutifa, Senatorê Parîsê Remî Feraud, Parlamenter Hadrîen Clouet, Senatora Parîsê Anne Souyrîs, Hevserokên Konseya Ermeniyên Fransayê Ara Torranîan û Franck Papazîan, hevserokê Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan Pascal Torre, Serokê Konseya Keldanî ya Fransayê George Yaramiş, Fermandarê YPG’ê Nûrî Mahmût, Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şêx Şemal, Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar û gelek kesên din.”

Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande ji bo resepsiyonê peyam şand û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hatin kirin.

BLANQUER: ROJAVA RÊYA BERXWEDANÊ NÎŞANÎ ME DIDE

Axaftina vekirinê ya resepsiyonê ji aliyê hevserokên CDK-F Xanê Akdogan û Şahîn Polat ve hatin kirin. Hevserokan mêvanan silavkirin û behsa girîngiya Newrozê kriin.

Piştre Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Jean Jean Mîchel Blanqûer axivî. Blanquer, ku bi pîrozkirina gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir bal kişand ser girîngiya şoreşa li Rojava.

Blanquer, da xuyakirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û got, "Rojava rêya berxwedanê nîşanî me dide." Blanguer, axaftina xwe bi banga mezinkirina hevgirtina bi Rojava re bi dawî kir.

POLAT: BERXWEDAN DESTKETIYAN BI XWE RE TÎNE

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Egît Polat jî anî ziman ku Newroz li Tirkiyeyê heta demên dawî jî qedexe bû û got ku di encama têkoşînê de hatiye roja îro û wiha domand, "Ruhê berxwedanê yê Newrozê, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û zîhniyeta paşverû ya li Rojhilata Navîn xurt kiriye.”

Polat, da zanîn ku weke civaka Kurd ew bi dehan sal in li wir dijîn û wiha dewam kir, "Weke civaka Kurd em dixwazin girêdayî kok û çanda xwe bin û bibin parçeyek ji Fransayê. Em êşa êrîşên terorîstî yên li ser Fransayê ji kûr ve hîs dikin. Em hestên civaka Fransayê parve dikin. Weke CDK-F'ê, armanca me ev e ku em diyaloga navbera çandan pêş bixin."

AYDAR: DIVÊ EM LI DIJÎ DAÎŞÊ HEVKARIYA XWE XURT BIKIN

Li aliyê din Endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar, da xuyakirin ku têkiliyeke wan a dîrokî bi Fransayê re heye û got, "Ev yek beriya 10 salan di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de derket pêş. Ji ber ku hêzên paşverû yên li herêmê hem dijminên Kurdan hem jî yên Fransiz in. Têkoşîna me ya hevpar a li dijî van hêzan hin encam bi dest xist. Bendewarî û daxwaza me ew e ku em vê hevkariyê bêhtir bi pêş bixin."

NÛRÎ MEHMÛD: TIRKIYÊ WEK KARGEHEK A HILBERANDINA TERORÊ YE

Ji fermandarên YPG'ê Nûrî Mehmûd jî bal kişand ser polîtîkayên herêmî yên li hemberî Rojava. Nûrî Mehmûd di axaftina xwe de bal kişand ser Tirkiye û Îranê û got her du hêz jî ji bo hilberîna terorê veguheriye kargehan û got, "Hem Îran hem jî Tirkiye ji bo kûrkirina kaosa li Rojava û Sûriyeyê bi hemû hêza xwe tevdigerin. Di heman demê de polîtîkayên dij-rojava jî pêk tînin. Em li dijî wê li herêmê siyaseta rêya sêyemîn pêk tînin. Polîtîkayeke ku derfetê dide hemû cihêrengî û çandan bi hev re bijîn. Polîtîkayeke ku bi nirxên demokratîk ên Rojava re li hev dike ye. Ji ber vê yekê divê em hevgirtin û têkoşîna hevpar a li dijî van hêzên paşverû pêş bixin."

TANZÎLÎ: TÊKOŞÎNA KURDAN HÊVÎ DIDE

Hevseroka Koma Lêkolîna li ser Kurdan û parlementer Sara Tanzîlî, diyar kir ku Kurd bi sedsalan e di nava lepên 4 rejîmên dîktator de dijîn û got, "Lê belê di heman demê de tevî hemû zext û komkujiyan jî ti carî teslîm nebûn û têkoşîna bi salan dimeşînin, didomînin. Divê em vê berxwedanê pîroz bikin û em jî bibin parçeyek ji vê. Ji ber ku têkoşîna Kurdan a li Rojhilata Navîn di vê Newrozê de hêviyê dide me hemûyan."

HOLLANDE: CESARETA WE ÎLHAMÊ DIDE ME

Peyama Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande jî li Resepsiyona Newrozê ya ku muzîka Kurdî lê hat guhdarî kirin, hat xwendin.

Hollande di peyama xwe de ev tişt gotin;

"Ez dizanim ku dema gelê Kurd Newrozê pîroz dike, ne tenê Sersalê pîroz dike, di serî de bindestiyê red dikin û soza xwe ya azadiyê dubare dikin. Di parastina nirxên xwe yên bingehîn de cesareteke mezin nîşan didin ku divê li vir û niha îlhamek awarte bidin me. Hevrêyên hêja, ez ji we ra saleka nû ya xweştir û aramtir dixwazim. Bawer bikin îro dilê gelek ji me bi we re lê dide.”