Serokkomar Steînmeîer bersiv da çalakgerên greva birçîbûnê

Serokkomariya Elmanyayê têkilî grevên birçîbûnê got,mijar nakeve ber rayeya wan, Wezareya Karê Derve destnîşan kir.

Li ser navê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasobûrgê, kurê çalakgerê greva birçîbûnê Yuksel Koç, Mazlûm Koç nameyek ji Serokkomarê Elman Frank-Walter Steînmeîer re şandibû û di nameyê de bal kişandibû ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li Kurdistanê, Tİrkiyê, Ewropayê yên li dijî tecrîdê.


'SEROKKOMAR DI VÊ MIJARÊ DE NE XWEDÎ RAYEYÊ YE'

Di nameyê de ya ji bo Steînmeîer hate xwestin, beriya ku zêdetir kes bimirin tevbigere. Di bersiva nameyê de ya ji Serokkomariya Elmanyayê  ve hate gotin, li ser mijara çalakiyên greva birçîbûnê ''Serokkomariya Elman ne xwedî raye ye''. Di bersiva Serokkomariyê de tê gotin mijar têkilî polîtîkaya derve ye û ji bo vê jî wan nameya Koç ji Wezareta Karê Derve re şandine.

WEZARETA KARÊ DERVE DESTNÎŞAN KIR

Di bersiva nameyê de, ya Serokkomariya Elmanyayê tê gotin, ''Ji bo nivîsa we ya li ser e-postayê, ku 28'ê Adara 2019'an we ji Serokkomariya Elmanya ya Federal Frank-Walter Steînmeîer re şandî, ya têkilî grevên birçîbûnê ya ji bo başkirina şertên girtîbûnê Rêzdar Ocalan, em malavayiyê didine we. Ev diyarde û gavên ku hûn dixwazin werin avêtin, dikevin ber polîtîkaya karê derve, ku li gorî Destûra Elman, ev karê Hikûmeta Federal e.''

Di bersivê de her wiha tê gotin nameya Mazlûm Koç ji Wezareta Karê Derve re hatiye şandin û  têkilî daxwazên wan, wê wezaret bersivê bide.

HIKÛMETA FEDERAL ÇI BERSIV DABÛ?

Beriya niha jî keça Yuksel Koç ji Serokwezîra Elmanyayê Angel Merkel re name şandibû û bersiveke kêfî ji bo nameyê hatibû dayin. Di nameyê de hatibû gotin, ''Bavê xwe qanih bikin, bila dev ji greva birçîbûnê biqere'' û ji berpirsyariyê xwe dabû alî.