Serdana çapemeniyên herêmî li Freîbûrgê hatin kirin

Ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li bajarê Freîbûrg ê Elmaya ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî û tenduristiya wî, çapemeniyên herêmî hatin ziyaretkirin.

Serdana rojnameya Badîsche Zeîtûng a li Frîbûrgê hate kirin, bal hate kişandina ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya wî.

Di serdanê de nehestyarbûna çapemeniyên herêmî yên li hember çalakiyan hatin şermezarkirin, bang hate kirin ku serdana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê dom dike kirin.