BI DÎMEN

Sebahat Ergîn: Newroz ruhê ku wê tecrîdê bişikîne ye

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn banga tevlîbûna Newroza Frankfûrtê kir û got: “Di 23’yê Adarê de em li Frankfûrtê bên ba hev û bibin dengê bexwedan, têkoşîn û azadiya mirovahiyê.”

LI FRANKFÛRTÊ PÎROZBAHIYA NEWROZÊ

Newroza navendî ya Ewropayê, wê di 23’yê Adarê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were pîrozkirin. Hevseroka Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) Sebahat Ergîn banga tevlîbûna Newrozê kir.

Hevseroka FED-DEM’ê Sebahat Ergîn qala girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê kir û got: “Ev Newroz ruhê ku wê tecrîda Îmraliyê bişikîne ye.”

Sebahat Ergîn ji bo Newroza Frankfûrtê ya 23’yê Adara 2024’an, ev bang kir: “Newroz ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê tê wateya nûbûna Biharê. Lê ji aliyê gelê Kurd ve Newroza 2024’an ruhê berxwedan û têkoşînê ya Bêrîtan û Ronahiyan e. Têkoşîna Mazlûm Doganan e. Ji bo me gelê Kurd, Newroza 2024’an ruhê ku wê tecrîda Îmraliyê bişikîne ye. Lewma em dibêjin ku em 23’yê Adarê bên ba hev; bibin dengê berxwedan, têkoşîn û azadiya mirovahiyê.”