Schneîder: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê Elmanya hewl bide

Ji nivîskarên polîsiye yê naskirî yê Elmanyayê Heînz Jurgen Schneîder xwest, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hikumeta Elman a Federal bikeve nava liv û tevgerê.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Îmraliyê tecrîdkirî ye, dengê ji qada navneteweyî bilind dibe, zêde dibe. Nivîskarê naskirî yê Elman Heînz Jurgen Scheîder ku li gel hiqûqnasiya xwe, bi romanên xwe yên polîsiye tê naskirin, li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd ji ANF'ê re axivî.

Nivîskar Schneîder anî ziman ku demeke dirêj e ew hewl dide tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bêhiqûqiya li Îmraliyê bişopîne û got, "Hikumeta Elman a Federal ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê bikeve nava liv û tevgerê." Schneîder kar û hewldaên hikumeta bi Serokwezîrtiya Angela Merkel ên ji bo muxalîfê Rûs Andre Nawalny bi bîr xist.

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN JÎ MÎNA NAWALNY LI BERLÎNÊ BÊ DERMANKIRIN'

Nivîskarê Elman Heînz Jurgen Schneîder diyar kir ku mîna Nawalny, pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hene û bang li hikumeta Merkel kir ku Ocalan bîne Berlînê û li wir tedawî bike. Nawalny, piştî ku par ji aliyê rêveberiya Pûtîn ve hate bijehrkirin, bi hewldana Elmanyayê ew bi balafireke taybet anîn Berlînê û tedawî kiribûn.

Schneîder xwest, têkildarî vê gava ji bo azadî û tenduristiya Abdullah Ocalan, Elmanya zexta siyasî li dewleta Tirk bike û got, "Eger tiştekî bi vî rengî neyê kirin wê demê nêzîkatiya Elmanyayê ya têkildarî Nawalny û Abdullah Ocalan wê durûtî be."

HEÎNZ JURGEN SCHNEÎDER KÎ YE?

Heînz Jurgen Schneîder ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dimîne demeke dirêj parêzerî kir. Salên dawî dest ji parêzeriyê berda û dest bi nivîsandina romanê kir. Bi romanên xwe yên polîsiye tê naskirin. Scheîder bi romanên xwe yên bi navê "Mirina li Scheûne" (Tod in der Scheûne), "Mirina li Hafenkaî" (Tod am Hafenkaî) û "Mirina li Ballnachtê" (Tod în der Ballnacht) salên dawî bal kişand ser xwe. Her wiha romanên bi navê "Li Welatê Derewan" (Îm Land der Lugen) û "20 Mîlyon" (Zwanzîg Mîllîonen" nivîsî.

Komek ji hiqûqnasên Elman bi pêşengiya Dr. Heînz Jurgen Schneîder û parêzer Brîtta Eder di sala 2011'an de giliyê Erdogan û rêveberên din ên dewleta Tirk kiribûn û xwestibûn, eger bên Elmanyayê bila bên girtin.