Saziyên li Rûsyayê: Kurd bi PKK’ê re ji nû ve zindî bû

Saziyên Kurd ên li Rûsya salvegera damezirandina PKK’ê silav kirin.

Organîzasyonên Kurd ên nûnerên wan li Rûsya û BDT’ê dijîn, daxuyaiyek da û salvegera 43’an a PKK’ê pîroz kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Yekîtiya Saziyên Kurd ên Navneteweyî, Otonomiya Çand-Netewî ya Kurdên Federasyona Rûsya, Rêxistina Jinên Kurd a Navneteweyî û Yekîtiya Êzidiyên Rûsya ve hate dayîn de, hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd û PKK'ê gelê Kurd ji nû ve zindî kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurd bi PKK’ê bûn yê xwe û anî ziman ku Kurdên li Rûsya û SSCB’ê dijîn piştî çareserbûna Sovyetê û şûnde bê xwedî mane, lê bi saya têkoşîna PKK’ê rêxistinbûyîna xwe pêş xistin.