Saziyên Civaka Êzidî Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Koordînasyona Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropa bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 21’ê ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di peyamê de hate gotin ku azadiya Ocalan azadiya civaka Êzidî ye.

Daxuyaniya Koordînasyonê wihya ye: 15’ê Sibatê di nava gelê Kurd de weke roja reş hatiye bi nav kirin. Em Kordînasyona saziyên civaka Êzîdî li Ewropa vê komploya navdewletî bi tundî şermezar dikin.

KOMPLO LI DIJÎ AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN BÛ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 21 salan bi komployeke navdewletî radestî dewleta Tirk hate kirin. Em tev dizanin ku komploya navdewletî di şexsê Rêber Apo de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bû. Dewletên serdest bi vê komployê xwestin pêşî li azadiya gelan û nasnameyên olî bigrin û ji bo berjewendiyên xwe sîstemên heyî dewam bikin.

TÊKOŞÎNA OCALAN PÊŞIYA QIRKIRINA ÊZIDIYAN GIRT

Lê belê têkoşîna gelê Kurd û Rêberê wê, ev planên navdewletî pûç kir. Bi taybet li Rojava vîna gelan derket pêş û demokrasiyeke ku herkes nasname xwe têde dibîne, saz bû. Li Ṣengal pêṣî li qirkirina civaka Êzîdiya hate girtin. Li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû bedelên giranbiha jî, berxwedaneke dîrokî berdewam dike. Di nava aloziya li Rojhilata Navîn de, her weha, asta tekoşîna azadiyê bi dest xistî û destkeftiyên gelê Kurd, em weke gel û tevgera azadiyê, derbasî pêvajoyek nû û dîrokî bûn.

JI BO AŞTÎ PÊK BÊ OCALAN 21 SALIN TÊKOŞÎNEK BÊ HEMPA DIDE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 21 sal in ji bo aṣtiyeke mayinde pêk were gelek hewldanê bê hempa bi pêṣxist. Lê hikûmeta AKP-Erdogan tecrîta li ser Rêberê gelê Kurd berdewam dike, bi siyaseta xapandin, înkar û tinekirinê de israr kir. Îro jî bi hemû hêza xwe, bi taybetî li Rojava, şerekî qirêj û hovanê li ser gelê me dimeṣîne. Desthilatdariya AKP, bi plana darbeya 2016 û bi destxistina zagona rewşa awarte re, rengên civakê asîmîle kir, bîr û baweriyên civakan înkar kir, (yek netew, yek milet, yek al, yek bawerî). AKP bi van polîtîkên xwe, rûyê xwe yê dijî demokrasiyê û aşitî yê jî, eşkere kirî. Bi şêwaza xwe ya dagirker, xalîfetî, AKP tenê desthilatdariya xwe bi hêz kir, beranberî her pirsgirêkên civakî, çareserî di tedbîrên ewlekarî û hêza leşkerî û polisiyê de dît. Ji hikûmetê bêhtir, êdî mirov dikare bêje, dewleta AKP.

AZADIYA OCALAN AZADIYA CIVAKA ÊZIDÎ DIBÎNI

Lê belê herkes dizane ku aştî û aramiya li Tirkiyê bi lihevhatina gelê Kurd û Tirk gengaz e!
Lihevhatin jî bi pejirandina mafên gelê kurd û azadiya wan dikare pêk were. Gelê kurd jî azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibîne.

Weke Kordînasyona saziyên civaka Êzîdî li Ewropa em jî azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzîdiya dibînin û vê yekê weke şertên aştiyê dibînin.

Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet banga me, ji gelê kurd û civaka Êzîdiya re, bi giyana berxwedana dîrokî li kuderê dibe bila bibe tevlî nava refên serhildana rûmetê bibin.”