KCK: Em hîn xurttir xwedî li afirênerên têkoşînê, şehîdên xwe derbikevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kadroyên pêşeng ên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya Kurdistanê yên ku di meha Gulanê de şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Em rastiya şehîdan hîn baştir nas bikin û xwedî li bîranînên wan derbikevin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê bi sernavê “Afirênerên têkoşîna û hemû nirxên me”, peyam weşand.

Peyam bi vî rengî ye:

“Meha Gulanê meheke ku kadroyên girîng ên têkoşîna azadiya Kurdistanê û tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê lê şehîd bûne. Ev meheke şehîdan e. Di serî de şehîdê destpêkê yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer ku hevrêtiya destpêkê bi Rêber Apo re kir û Rêber Apo jê re gotiye ruhê min ê veşartî, pêşengê gel ê mezin Halîl Çavgûn, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên ku li zindana Amedê li dijî zilmê bedena xwe dan ber agir û weke Çaran derbasî dîroka gele me bûn, gelek şoreşgerên mezin di meha Gulanê de şehîd bûn. Em jî di şexsê van şehîdên mezin de Şehîdên Meha Gulanê û di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiye bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan a binirx bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Fuat-Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di demên cuda de şehîd bûn, mîna Hakî Karer ji wan hevalane yên ku cara ewilî bi Rêber Apo re derketine rê. Di meha Gulanê de ragihandina şehadeta wan, bîranîna şehîdan a îsal hîn bî watedartir kiriye. Gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welêt hevrê Fuat û Riza bi girseyî bi bîr anî, ev yek pir bi wate û hêja ye.

Di meha Gulanê de ji tevgera sosyalist a Tirkiyeyê kadroyên pêşeng ên girîng şehîd bûne. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Arslan ên ku ji aliyê cuntaya faşist ve hatine îdamkirin û Îbrahîm Kaypakkaya yê bi êşkenceyê hatî qetilkirin, di meha Gulanê de şehîd bûne. Ev hevrêyên hêja yên ku pêşengî ji tevgera sosyalist a Tirkiyeyê re kirine, di heman demê de bi gelê Tirk re pêşengî ji feraseta jiyan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd re kirine û ji bo vê têkoşîn meşandine. Rêber Apo jî ev helwesta wan pir hêja dîtiye û bi têkoşîna xwe ev yek domandiye û hîn mezintir kiriye.

Afirênerên têkoşîna me û hemû nirxên me, şehîdên me ne. Li gorî vê rastiyê, divê em hîn baştir rastiya şehîdan nas bikin û hîn xurttir xwedî li bîranîna wan derbikevin, li ser vê bingehê ji bo pêşxistina têkoşîna azadî û civaka demokratîk hîn zêdetir bikevin nava hewldanê. Divê her kes bi vê armancê hîn bêhtir li dora şehîdan kom bibe û li ser vê bingehê hîn xurttir xwedî li bîranîna şehîdan derbikeve. Afirêner û nûnerên rast ên têkoşîna me, şehîd in, şehîd nemir in.”