Rojnamevanên hatin qetilkirin li Neu-Ulmê hatin bibîranîn
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, li bajarê Neu-Ulm ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, li bajarê Neu-Ulm ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û qetilkirin, li bajarê Neu-Ulm ê Başûrê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Gelek kes ji bajar û bajarokên derdorê beşdarî çalakiya ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Windayan a Ewropayê (KOMAW) û Federasyona Kurdistanê (FED-GEL) ve hat lidarxistin, bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û axaftina vekirinê destpê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîşên li dijî Rojava yên bi armanca qirkirina gelê Kurd pêk tên û qetilkirina Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn hat şermezarkirin.
Sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna 2 rojnamevanan hatibê amadekirin hat pêşandan.
Di bîranînê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û xwestin kujerên rojnamevanan bên cezakirin. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê hesab ji berpirsyarên êrîşa 19'ê Kanûna 2024'an a li dijî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bê pirsîn.
Di çalakiyê de pankartên ku balê dikişînin ser Şoreşa Rojava, alên YPG-YPJ’ê û wêneyên Abdullah Ocalan û şehîdan hatin daliqandin.