Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCKD-E) Zubeyde Zumrut beşdarî çalakiya bîranîna şehîdên Parîsê yên li banliyoyên Evry û Seine-et-Marine yên paytexta Fransa Parîsê hatin lidarxistin bû.
Zubeyde Zumrut di axaftina xwe de pêvajoyê nirxand û diyar kir ku ew xwedî li daxuyaniyên Rêber Apo yên bi rêya şandeya DEM Partiyê ji raya giştî re şandiye derdikevin û got, "Em li pişt pêngava Rêber Apo ya li Îmraliyê ne." Zubeyde Zumrut anî ziman ku hevdîtin encama serketina pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji “pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêk hatiye û anî ziman ku girîngiya pêngavê nîşan dide û wiha got: "Weke KCDK-E, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin em ê pêngavê bidomînin.”
Zubeyde Zumrut pêvajoya ku piştî rûxandina rejîma Esad li Sûriyeyê pêş ket nirxand û diyar kir ku modela demokratîk a li Rojava hatiye afirandin ji cîhanê re bûye mînak û wiha domand: “Ev sîstem tenê ji bo gelê Kurd nehatiye avakirin; di wê sîstemê de jin, Suryanî, Keldanî û Ereb jî hene. Em dikarin bibêjin ku hemû gelên li wê erdnîgariyê dijîn di nava vê pergalê de ji xwe re cih girtine. Ji bo vê jî dagirker û desthilatdar êrîşî vê sîstemê, vê paradîgmayê dikin, hewl didin wê tine bikin, lê nikarin tine bikin. Ji ber ku ev pergal di warê leşkerî, siyasî, aborî û civakî de pergalek pir watedar e. Êdî ne sîstemeke ku desthilatdar an jî dagirker were û bêje ez ê Rojava dagir bikim, ez ê vê pergalê hilweşînim. Helbet hêj xeterî neqediyane. Xetereya herî mezin dewleta Tirk e. Dewleta Tirk tenê êrîşî Rojava nake; hevkarên wî jî hene."
'YA KU HEDEF TÊ GIRTIN NASNAMEYA KURD E'
Zubeyde Zumrut da xuyakirin ku komkujiyên Parîsê ne tesaduf in û wiha pêde çû: “Evîn Goyî bi salan di têkoşîna azadiya jinên Kurd de têkoşiya. . Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jineke efsanewî bû. Ji ber ku birîndar bû li Fransayê dihat dermankirin. Mîr Perwer ji ber ku nekarî bi awayekî azad çand û hunera xwe bidomîne, hate sirgûniyê. Xalê Abdurrahman di heman demê de pêşengek gel e û wekî civaknasekî bi pirsgirêkên gel re mijûl dibû. Di wî temenî de jî karê civakî dikir. Lewma hedefgirtina van her sê hevalan ne rewşeke wisa asayî bû. Çima li Parîsê komkujî pêk hat? Hem wekî gel û hem jî wek rêxistin em baş dizanin ku têkiliyên dewleta Tirk, MÎT û dewletên Ewropayê bi taybetî jî Fransa çiqasî baş in. Mesele Kurdbûn e. Nasname û destketiya Kurdan e. Hem dewleta Tirk û hem jî netew edewlet vê yekê baş dizanin ku yên îro pêşengiya şoreşa cîhanê dikin pêşengên têkoşîna Kurdistanê ne. Îro jin pêşengiya şoreşê dikin. Pêşketin û mezinbûna têkoşînên civakî yên bi pêşengiya jinan ji bo desthilatdaran xeteriyeke mezin çêdike. Ji ber ku em dibêjin ger rêxistinbûnek civakî hebe, civak azad bibe ji sedî 50 ê civakê jin e û divê ew jî azad bibin.”
Di çalakiyan de banga tevlîbûna meşa ji bo bîranîna komkujiyên Parîsê di 11'ê Çile de bê lidarxistin, hat kirin.