Saziyên Elewî li ber Konseya Ewropayê çalakî li dar xistin
Saziyên Elewî yên li bajarê Strasbourg ê Fransayê lbi armanca şermezarkirina komkujiyên li dijî bawerî û etnîsîteyên cuda, bi taybetî jî Elewiyên li Sûriyeyê pêk tên, çalakî li dar xistin.
Saziyên Elewî yên li bajarê Strasbourg ê Fransayê lbi armanca şermezarkirina komkujiyên li dijî bawerî û etnîsîteyên cuda, bi taybetî jî Elewiyên li Sûriyeyê pêk tên, çalakî li dar xistin.
Nûnerên saziyan li ber Konseya Ewropayê li dijî êrîşên li ser Elewiyan ên veguherî qirkirinê daxuyanî dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Konfederasyona Komeleyên Elewiyên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê (AAAF), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî di nav de gelek sazî û rêxistinên Elewiyan beşdarî çalakiyê bûn.
Daxuyaniya ku Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk piştgirî dayê bang li Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrîş, şer û komkujiyan li Sûriyeyê bi lezgînî têkevin nava liv û tevgerê.
Di çalakiyê de pankarta "Li Sûriyeyê gel û bawerî di bin gefê de ne" bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngîlîzî, Fransî û Elmanî hatin vekirin û dovîzên ku balê dikişîne ser komkujî û daxwazên Elewiyan hatin hilgirtin.
Daxuyaniya hevpar a saziyan Mark Aslan bi Fransî, Serokê Yekîneyên Federasyona Yekîtiya Elewiyên Fransayê Mehmet Gunduz bi Tirkî, Melisla Kalkandelen bi Fransî, Suleyman Okûr bi Erebî, Demîr Çelîk bi Kurdî û Gulay Kurtyîgît bi Elmanî xwendin. Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar a Tirkî Rozbî Demîr xwend.
Mehmet Gunduz di daxuyaniyê de axivî û got, “Rojhilata Navîn veguheriye şerê ji nû ve dîzaynkirin û berjewendiyan. Hêzên Ewropî û emperyalîst ên ku hilweşîna dîktatorekî li Sûriyeyê bi demokrasiya xwe bi nav dikin, ketine xizmeta avakirina dîktatoriyeke nû. Dixwazin çavkaniyên binerd û sererd ên li wan welatan bixin bin kontrola xwe û li Rojhilata Navîn Kurd, Elewî, Êzidî û Suryaniyan bi hev bidin şerkirin. Em li cem gelên bindest in.”
Di daxuyaniya hevpar de bal kişandin ser êrîşên li dijî Elewiyan û wiha hat gotin: "Elewî bi awayekî şaşî bi rejîma Esad tên naskirin, bûne hedefa sûcên nefretê."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev hovîtî û wehşeta ne tenê di warê leşkerî de, di qada sivîl de jî sûcê mirovahiyê ye û bêdengiya li hemberî vê rewşê tê wateya hevpariya vî sûc.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hebûn û ewlehiya gelê Sûriyeyê li gel elewiyan di bin xetereya hebûn û ewlehiyê de ye û daxwazên saziyên elewiyan wiha hatin rêzkirin:
1- Mafê jiyanê û azadiya îbadetê:
Divê mafê jiyanê û azadiya îbadetê ya hemû komên olî û baweriyan bê misogerkirin; Divê hemû pêkhate û bawerî bi çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û laîk bên parastin.
2- Şermezarkirin û cezakirin:
Divê gotinên nefretê yên li ser mezheban ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve bi zelalî bên şermezarkirin û li ser komên ku vê propagandayê dikin mueyîdeyan bên sepandin.
3- Parastina cihên pîroz:
Divê cihên pîroz bên parastin, vegera bi ewle ya kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin bê misogerkirin û berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan li dadgehên serbixwe bên darizandin.
4- Çavdêrî û garantiya Neteweyên Yekbûyî:
Divê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê garantî bidin aramiya Sûriyeyê, hikûmeta bişopîninû ji bo hilbijartinên adil û demokratîk şert û mercên pêwîst biafirînin.
5- Têkiliyên bi komên radîkal re bên qutkirin:
Divê Yekîtiya Ewropayê sûcên li dijî mirovahiyê yên HTŞ û komên radîkal ên mîna wan şermezar bike û hemû têkiliyên bi van koman re qut bike.
6- Xurtkirina mafên kêmneteweyan:
Divê hemû kêmnetewe, bi taybetî Elewî û Kurd, bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bikin, bi zimanên xwe yên zikmakî perwerde bibin û xwedî mafê xwe bin ku bi rêveberiyên xweser xwe bi rê ve bibin.
Em bang li Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li herêmên şer û komkujî yên li Sûriyeyê bi cih bibin û ji bo rawestandina van êrîşan bi erka xwe rabin.”