BI DÎMEN

Kurdistanî û dostên wan li Lubeckê daketin qadan

Bi pêşengiya Defend Kurdistan û Meclîsa Gelê Kurd a Lubeckê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meşekê hat protestokirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Rojava û bi taybet Minbicê kirin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku dakevin qadan. Li ser banga KCDK-E’yê Kurdistanî û dostên wan li Lîndenplatz a bajarê Lubeck ê Elmanyayê li hev civiyan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê meşiyan.

Di meşê de wiha hat gotin: “Em ê her tim li dijî polîtîkayên komkujer ên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên hov têbikoşin."

Kurdistanî û dostên wan di tevahiya meşê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. 
Çalakî li Kilingenbergê bi dawî bû.