NÛ BÛ

Jineke Êzidî tevî 3 zarokên xwe li Dihokê winda bûn 

Jina Êzidî ya ku tevî 3 zarokên xwe diçû bijîşk li ber deriyê kampa Beedrê li wesayîtekê siwar bû û heta niha agahî ji wan nayê girtin.

Jineke Êzidî ya bi navê Emşa Sêlim Hevend tevî 3 zarokên xwe yê bi navê Mahî, Amed û Sozvîn ku bi xwe ji komlegeha Girzerik a bi ser Şengalê ye û li ber Kampa Beedrê ya Dihokê winda bûn.

Emşa Sêlim tevî 3 zarokên ji bo biçe bijîşk bi rê ketin û ji wê demê heya neha nayê zanîn bê bi ku derê de çûne.

Li gorî agahiyên ku ji Kampa Beedrê hatine bi destxistin, serê vê sibehê li Emşa û3 zarokên xwe li ber derê kampê li wesayîtekê siwar bûn û jê pêvtir ti agahî ji wê û zarokên wê nehatin girtin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di nava van salên derbasbûyî de bi dehan keç û jinên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê winda bûne û heya neha çarenûsa wan jî ne diyare.