Li Hambûrgê ji bo Kenan Ayaz ê girtî çalakî hat lidarxistin

Bi pêşengiya ciwanên TCŞ û TekoJIN'ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev û ji bo Kenan Ayaz ê ku ji aliyê Elmanyayê ve hatiye girtin çalakî li dar xistin.

KENAN AYAZ

Bi pêşengiya ciwanên TCŞ û TekoJIN'ê li Hambûrg Dammtorê ji bo azadiya Kenan Ayaz çalakî hat lidarxistin.

Gelek welatparêz, enternasyonalîst û hunermendê Kurd Serhado beşdarî çalakiyê bûn.

Serhado di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew Kenan Ayaz ji zarokatiya xwe ve nas dike û wiha got: “Ez her tim heyranê têkoşîn û helwesta wî bûm. Dema di 20 saliya xwe de ket girtîgehê, tevî hemû êşkenceyên ku lê dihat kirin, ti carî teslîm nebû, berovajî wê her tim berxwedana xurtit kir.”

Piştî axaftina Serhado, parlamenterê berê yê HDP'ê Nîhat Akdogan mafê axaftinê girt. Nîhat Akdogan di axaftina xwe de diyar kir ku divê rûmeta mirovahiyê bê parastin û got, “Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Ji ber vê sedemê em ê mafên gelê xwe û mirovahiyê biparêzin.”

Piştre di çalakiyê de li ser navê TCŞ'ê Organ Gok daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya ku hat xwendin de hat destnîşankirin ku Kenan Ayaz li ser daxwaza dewleta Elmanyayê ji başûrê Qibrisê anîne Elmanyayê û bal hat kişandin ser kêfxweşiya Erdogan a piştî girtina Kenan Ayaz.  

Çalakî bi  berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.